Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd kon hat vedan

Li Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hat vedan. Di çalakiya kon vedanê de peyama xurtkirina têkoşînê hat dayîn.

Gelên Qamişlo, bajarok û gundewarên wê bi peşengiya Însîyatîfa Gel a Herêma Cizîrê berê xwe da konê çalakiya ya li nêzîkî Yarîgeha 12’ê Adarê hat wergirtin. Çalakî ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin. Çalakî bi hilgirtina pankarta "Azadiya Rêber Apo misogeriya aştiya Rojhilata Navîn e" dest pê kir. Di çalakiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û bênavber dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Silêman Ehmed helwesta pêkhateyên herêmê yên li dijî tecrîdê silav kir û wiha got: "Ev helwesta yekane misogeriya şikandina tercrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Berxwedana gel hêvî dide me."

Ehmed bal kişand ser komploya navneteweyî ya 9′ê Comtehê û wiha domand: "Komploya navneteweyî bi dewleta Tirk re bû alîkar. Armanca wê qirkirina koka mirovahî û şoreşgerî ya ku Rêber Abdullah Ocalan xwedî lê derdikeve bû."

Ehmed anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide Kurdan qir bike û wiha pêde çû: "Bi rêya komployên li pey hev, dewleta Tirk hewl da tevgera rizgariya Kurdistanê û gelê Kurd di şexê Rêbertî de têk bibe. Niha jî di sala 3′yan de tecrîdeke giran li ser Rêbertî ferz kiriye û hewl dide têkiliya wan bi jiyanê re qut bike. Rêxistinên mafên mirovan li hember vê yekê bêdeng in."

Ehmed destnîşan kir ku kon dê heta roja 15′ê Sibata 2024’an vekirîbe û anî ziman ku di wan rojan de gel li dora Rêber Abdullah Ocalan bû xelek û di oxira wî de canê xwe feda kir.

Li ser peyama çalakiyê Silêman Ehmed ev tişt anî ziman: "Azadiya fîzîkî ya Rêbertî îro ji armancên herî bingehîn ên gelên azadîxwaz li cîhanê ye. Gelên ji Başûrê Efrîkayê, heta bi Emerîka Latîn û Rojhilata Navîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan serî hildidin. Ev yek nîşan dide ku Rêbertî hêviya mirovahiyê ye û em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta ew bi fîzîkî azad bibe dê li qadan bin. Divê her mirovek û welatparêzek li gorî dirûşma ′Bê Serok Jiyan Nabe′ têkoşînê bilind bike. Ji ber ku azadiya wî misogeriya aştiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê ye."

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk a Qamişlo Mûsa Xelîl jî got ew soza xwe ya bilindkirina têkoşîn, xebat û fedakariyê di oxira azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de nû dikin.

Li gorî bernameyê, çalakî heta sibe dewam dike. Di çalakiya îro de dê helbestan bi zimanê Erebî werin xwendin û dê dîmeneke endama Boruya Sedsalê û parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Cuneyt Caniş were pêşandan ku balê dikişîne ser pergala tecrîd û êşkeneceyê. Her wiha nûnerên beşdar, hiqûqnas di çalakiyê de peyamên xwe ragihînin, dê sînevizyonek têkildarî komployê û hin berhemên çandî û hunerê werin pêşandan.

Sibe jî li ser tecrîdê û komployê dê sînevizyonek were pêşandan. Her wiha parêzer û hiqûqnasên beşdar dê peyamên xwe ragihînin. Çalakî dê bi meşekê heta ber bi avahiya Komseriya NY′yê ve bi dawî dibe.