ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Berdevka YPJ’ê: Teqez wê bersiva êrîşên terorê were dayîn
Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Ruksen Mihemed ji êrîşên dewleta Tirk re got, “êrîşên terorê” û destnîşan kir ku li ser bingehê parstina rewa, teqez wê bersiva êrîşan were dayîn. -
Nasnameyên 6 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin eşkerekirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameyên 6 endamên xwe eşkere kir ku 5’ê Cotmehê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundê Til Hebeş ê Amûdê de şehîd bûn. -
QSD’ê li baregehên artêşa dagirker xistin
QSD'ê di çarçoveya bersivdayîna êrişan de baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li bakur û rojavayê Eyn Îsa û Serêkaniyê hedef girtin. -
Sûcên dewleta Tirk ên di nav saetekê de
Dewleta Tirk a dagirker di nava saetekê de bêyî hedef êrîşî hemû derên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. -
Gelê Rojava li dijî dagirkeriyê meşiya: Yekane rê berxwedan e
Bi hezaran şêniyên Til Koçer, Dirbêsiyê û Girkê Legê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û gotin: “Yekane rê berxwedan e.” -
QSD′ê bîlançoya sûcên dewleta Tirk eşkere kir
QSD′ê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir û ragihand ku di êrişan de 15 kes şehîd bûne. -
Nasnameyên 8 sivîlên ku dewleta Tirk qetil kir, hatin eşkerekirin
Nasnameyên 8 sivîlên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de hatin qetilkirin, hatin eşkere kirin. -
Cenazeyên şehîd Mazlûm, Şiyar û Hesen li Şehbayê hate veşartin
Xelkê Efrîn û Şehbayê bi merasîmeke girseyî cenazeyên Mazlûm Şêrewa, Hesen Neso û Şiyar Şehba ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne veşartin. -
Bi hezaran kes li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan - HATE NÛKIRIN
Bi hezaran şêniyên bajer û gundên Herêma Cizirê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketin qadan -
QSD’ê bersiv da êrîşên dewleta Tirk: 5 leşker hatin kuştin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşên dewleta Tirk dane û di encama êrîşê de 5 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Nexweşxane, stasyonên avê, santralên ceyranê hatin bombekirin
Êrîşên dewleta dagirker a Tirk ên li ser binesaziyên sivîl îro jî berdewam kirin. Santralên elektrîkê, nexweşxane û gund hatin bombebarankirin. Di sê rojên dawî de zêdetirî 60 êrîş li ser binesaziya sivîlan pêk hatin. -
Partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşan bang kir
33 partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker banga yekitiyê kir. -
HRE’yê li Ezazê bersiv da: 5 leşkerên Tirk hatin kuştin, 9 birîndar bûn
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li Ezazê bersiva êrîşên dewleta Tirk dane; 5 leşkerên Tirk hatine kuştin û 9 jî bi giranî birîndar bûne. -
Xelkê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Bagok re xwest
Xelkê Kobanê berê xwe dan konê sersaxiyê ya şehîd Bagok Kobanê (Bangîn Qere Elî) û sersaxî ji malbatê re xwest. -
QSD’ê nasnameyên 2 şehîdan eşkere kir
QSD’ê nasnameyên Bagok Kobanê û Mazlûm Şêrawa eşkere kir. -
Di 24 saetan de zêdeyî 40 herêm hatin bombebarankirin: 12 şehîd, 12 birîndar
Dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 24 saetan de zêdeyî 40 herêm bi taybetî jî binesaziyên sivîlan bombebaran kir. 6 welatî û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn, 12 kes jî birîndar bûn. -
Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Divê her kes li dijî faşîzma Tirk rabe ser piyan
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşên li ser Rojava bê bersiv nemînin û got: “Em bang li gelê xwe yê li çar aliyên Kurdistanê dikin ku li hember faşîsma Tirk rabin ser piyan, agirê Kawayê Hesinkar geş bikin.” -
Di êrîşa li ser Akademiya Leşkerî ya Humusê de hejmara miriyan 110 derbas kir
Hejmara miriyên êrîşa balafirên bêmirov ên li ser Akademiya Leşkerî ya Humusê li navenda Sûriyê 110 kes derbas kir. -
Êrîşên li ser Rojava dewam dikin
Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê jî di nav de êrîşî gelek gundan hat kirin, li gelek bajaran elektrîk qut bû. -
Şêniyên Herêma Firatê li dijî êrîşan daketin qadan
Bi hezaran şêniyên Herêma Firatê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketin qadan û êrîş protesto kirin. -
Dewleta Tirk stasyona gazê bombebaran kir
Artêşa Tirk a dagirker stasyona Ewda ya gazê ya li navçeya Tirbespiyê bombebaran kir. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Dewleta Tirk sivîlan qetil dike
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di 15 êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de 2 sivîl û 6 endamên hêzên wan şehîd bûne. -
Li Kobanê li dijî komploya navneteweyî meş hat lidarxistin
Li Kobanê li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî hat lidarxistin. -
Li Humusê bi dronean êrîş li akademiya leşkerî hat kirin
Hat ragihandin ku li Humusê ku bajarekê Sûriyeyê ye, bi dronean êrîş li akademiyeke leşkerî hatiye kirin û 7 serbazan jiyana xwe ji dest daye. -
Li Rojava cihên sivîlan di bin bomberdûmaneke dijwar de ne
Binesaziyên sivîl ên Rojava ji serê sibehê ve di bin bomberdûmana dijwar a dewleta Tirk de ne. Êrîş her ku diçe li qadeke berfireh belav dibin. Windahî û birîndar hene.