Hêzên Şamê li Idlibê bombe li HTŞ'ê barandin: 2 mirî

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê li rojhilatê Idlibê bombe li nuqteyeke çeteyên Tahrîr El Şam (HTŞ) barandin. Hate ragihandin ku 2 sivîl hatine kuştin.

SOHR'ê diyar kir ku hêzên Şamê bombe li çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ên li derdora herêma Sermînê barandin ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye.

Li gorî SOHR'ê di êrîşê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn ku yek ji wan zarok e.

SOHR'ê diyar kir ku ji destpêka sala 2023'an û vir ve di encama 268 operasyonan de 421 kesên çekdar û sivîl hatin kuştin. Di heman demê de 212 kesên çekdar û 87 sivîl ku 11 jê jin, 30 jê zarok bûn, birîndar bûne.

Hate ragihandin ku ji kesên hatin kuştin 299 jê ji hêzên Şamê, 67 jî ji HTŞ'ê bûn.