Zarokekê du salî li Hesekê hat qetilkirin
Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetanî pev çûn. Roket li maleke li Hesekê ket; zarokek jiyana xwe ji dest da.
Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetanî pev çûn. Roket li maleke li Hesekê ket; zarokek jiyana xwe ji dest da.
Li herêma ewlehiyê ya Hesekê hêzên girêdayê hikûmeta Şamê û Dîfa El Wetanî du roj in bi hev dikevin.
Gava pevçûnê roket li maleke li Taxa Kelasê ya Hesekê ket û zarokê du salî yê bi navê Zedan Mihemed jiyana xwe ji dest da.
Malbata Zêdan Mihemedê Dêrezorî, ji ber pevçûnan mala xwe bar kiribû Hesekê.