Li Dêrazorê 3 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyek nivîskî ragihand li bakurê Dêrazorê 3 çete bi çebilxaneyên wan ve hatin girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku li bakurê Dêrazorê 3 çete tevî çekên wan hatine girtin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku Hêzên Antî Teror (HAT) yên girêdayî wan li bakurê Dêrazorê operasyonek li dar xistine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî operasyonê ev agahî parve kirin:

"Hêzên me yên taybet ên H.A.T′ê îro ′21′ê Îlonê′ li Dêrezorê  3 çete girtin ku têkiliyên wan bi bûyerên xerabkirinê yên vê dawiyê de çêbûne û girêdana wan bi aliyên derve ve jî hebûn.

Di çarçoveya çalakiyên serkeftî yên hêzên me yên li dijî rêxistinên terorî de û ji bo paqijkirina herêmên me ji şaneyên wê, piştî tevgera şopandinê ya ji aliyê saziya ewlehiya giştî ve, hêzên me avêtin ser malên 3 kesên ku girêdana wan bi derve re hene û hewl dan li Dêrazorê fitneyan derxin û ewlehî û aramiya wê têk bibin. Hêzên me her sê kes girtin û çek û çebilxaneyên bi wan re desteser kirin.

Çeka RBK

2 damance

2 narincok (bombeyên destan)

3 çekên kilaşinkovê

15 cercûr

2 pereyên DAÎŞ′ê

Rûxsetek çekan

 2 rext

5 telefonên destan

Ev operasyon baldariya hêzên me li ser ewlehiya her şibrek ji xaka me û berdewama operasyonên ewlehiyê bi şopandina bermayên çeteyan, paqijkirina herêmên me ji her gef û metirsiyê û dorpêçkirina wan bi ewlehî û aramiyê piştrast dike."