Li Hesekê di şerê çete-Şamê de 7 sivîl birîndar bûn
Li xaçerêya asayîşê ya Hesekê di navbera hêzên hikûmeta Şamê yên bi navê Dîfa El Wetenî û çeteyan şer derket. Di nava wan de yek jê zarok 7 sivîl birîndar bûn.
Li xaçerêya asayîşê ya Hesekê di navbera hêzên hikûmeta Şamê yên bi navê Dîfa El Wetenî û çeteyan şer derket. Di nava wan de yek jê zarok 7 sivîl birîndar bûn.
Di 19’ê Îlonê de bi şev di navbera hêzên Şamê û komên çete de şer qewimî. Di şer de ku heta danê sibehê dewam kir yek jê zarok 7 kes birîndar bûn.
Ji birîndaran Nûr Xelef Yûnis (25) û keça wê ya 5 salî Henîn Samî Yûnis, Osman Temê El Ewde (50) û Ebdullah El Mendî (31) rakirin nexweşxaneya Recayê û 3 kesên ku nasnameya wan nehat zanîn, rakirin nexweşxaneya Hîkmê.