Dagirkeran li Cindirêsê 3 kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 kesên ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê dagirkerî, revandin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 kesên ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê dagirkerî, revandin.
Çeteyên “Polîsên Sivîl” ên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê 3 kes revandin. Hate diyarkirin ku kesên hatine revandin Horo Oso (25) ji gundê Aşkan, Ehmed Elî El Îsa (33) û Luqman Mihemed Hesen (34) ji gundê Dêr Belot in.
Nehat zanîn ku kesên hatine revandin birîne kuderê.