Cenazeyê Şehîd Sîpan Efrîn li Şehbayê hate veşartin

Şervanê YPG'ê Sîpan Efrîn ku 14'ê Îlonê li Helebê şehîd bû, li Şehbayê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Sîpan Efrîn (Subhî Îbrahîm) ku 14'ê Îlonê li Helebê şehîd bû, li Şehîdgeha Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê hate veşartin. Di merasîmê de her wiha agahiyên nasnameya gerîlaya HPG'ê Rojda Mahîr hate eşkerekirin ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Hesen Berko û Rêveberiya Meclîsa Navçeya Ehdasê Newroz Efrîn li merasîmê axivîn û diyar kir ku heta rizgarkirina Efrînê ew ê li ser rêya berxwedanê ya şehîdan bin.

Piştre cenazeyê Şehîd Sîpan Efrîn li ber tilîliyên dayikan hate veşartin.