ROJANE
Hemû Nûçe
-
HDP: Ji bo aştiyê divê dawî li tecrîdê were
Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê peyamek weşand. -
Dayikên Şemiyê li dijî ‘qedexe’yê çalakiyan li dar dixin
Li Stenbolê çalakiya Dayikên Şemiyê û li Amedê jî çalakiya xizmên windayan ji aliyê rejîma AKP’ê ve hatin ‘qedexekirin’. Polîsan dora qadan girtin. -
Tahmaz: Bi çareserkirina doza Kurdan aştî dikare pêk were
Avakar û serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji ANF’ê re axivî. Tahmaz diyar kir ji bo ku pêşiya aştî û mafê mirovan ên bingehîn were vekirin divê doza Kurdan were çareserkirin. -
Kampanyaya Ji Ocalan re azadî: Dema wê hatiye!
‘Kampanyaya Global’ ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê rêvebirin, li Brûkselê 5’ê Îlonê wê daxuyaniyeke çapemeniyê bide. -
Îro li Amedê, sibê li Stenbolê gel dadikeve kolanan
Gelê Amed û Stenbolê ji bo Roja Aşitiyê ya Cîhanê dadikevin qadan. Di çalakiyan de wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were xwestin. -
Gelê Serhedê li dijî tecrîdê diçin Amedê
Li Wanê serê sibê bi hezaran mirov li Otogarê li hev civiyan û ji bo beşdarî mîtînga Aşitiyê ya li Amedê bibin, ketin ser rê. -
Tirkiye ji Viyanayê destvala vegeriya
Di civîna Seroktiya Demê ya Konseya Yekîtiya Ewropayê ya li Avûstûryayê ku bi tevlêbûna wezîrên karê derve yên welatên endam pêk hat, hate gotin muzakereyên pêvajoya endamtiyê ya Tirkiyê wê dest pê nekin. -
Li Stûtgartê dewleta Tirk hate protestokirin
Li bajarê Elmanya Stûtgartê şewata li Dersimê ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayekî zanebûn tê kirin, bi çalakiyekê hate protesto kirin. -
‘Ramanên aştiyê nayê tecrîd kirin’
Hevseroka DBP’a Amedê Naşîde Toprak diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sîstematîk didome û got: “Bi tecrîdê re girêdayî kaosa li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî didome.” -
Prz. Çelîk: Nebihîstyarî girtiyên nexweş dikuje
Hevberdevkê Komîyona Girtîgehan a OHP’ê Prz. Baran Çelîk got rewşa girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibe û got, ‘’Dewlet dixwaze bikuje lê ya ku dikuje nebihîsyarî ye’’. -
Ev 200 sal in bi belaşî dijîn
Bêyî ku ti lîstikeke wê hebe, tekane dewlet e ku li ser jeo strateji û jeopolîtîkê li ser piyan maye, hem jî ev 200 sal e, bi ser de, bi ceribandina her cure fêhl û finasê. -
Di festîvalê de wê dagirkeriya Tirk were şermezarkirin
Berpirsê PDK-S Ewropayê Mahmûd Dawid li ser Festîvala Çanda Kurd axivî û got di festîvalê de wê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrîn, Başûr û Şengalê were şermezarkirin. -
ROJEVA 1'Ê ÎLONÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Îlona 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Wê guhertina saetê ya zivistan û havînê ya li Ewropa bê guhertin?
Li gorî anketeke ya Komîsyona Ewropayê kirî, ji sedî 80’ê Ewropiyan diyar kirin ku pêkanîna guhertina saetê ya zivistan û havînê bê wate ye. -
ÎHD’ê û TÎHV: Dayik Şemiyê serbilindî û rûmeta me ne
TÎHV’ê û ÎHD’ê li dijî hikûmeta AKP’ê helwest nîşan dan û gotin, ‘’Dayikên Şemiyê serbilindî û rûmeta hemû cîhanê ne. Bi ti rengî çalakiyên wan nikarin werin qedexekirin û astengkirin’’. -
Li Stenbolê herî kêm 6 kes hatin destgîrkirin
Li Stenbolê di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 6 kes hatin destgîrkirin. -
Komîsyona Ewropayê dixwaze saeta zivistanê rake
Komîsyona Ewropayê, di encama ankêtekê de, ku bi milyonan welatiyên Ewropayê re hatiye kirin, diyar kir ku ew li Yekîtiya Ewropayê dixwaze sepanîna saeta zivistanê rakin. -
Gelo Merkel dizane şirîka çi ye?
Gelo Elmanyaya ku niha destekê dide siyasetên qirrker û mêhtinger ên Tirkiyeyê, ji Şerê Cihanê yê Yekem û yê Duyem ders negirtiye! Dema ku em li helwêst û pratîkê dinihêrin, em dibînin ku ders nehatiye derxistin. -
FEDA: Em bibin dengê Dersimê
FEDA'yê nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da ku Dersimê dişewitîne û ji bo çalakiyên îro li gelemperiya Ewropayê werin lidarxistin bang li her kesî kir ku xwedî li Dersimê derkevin. -
Erdogan dixwaze li Kolnê mîtîngê li dar bixe
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku wê 28-29'ê Îlonê bi rengekî fermî serdana Elmanyayê bike, dixwaze li Kolnê bi alîgirên xwe re bicive. Lê belê hikumeta Elman hîn destûr nedaye vê yekê. -
ROJEVA 31'Ê TEBAXÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Tebaxa 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
AIEA: Îran li gorî peymana 2015’an tevdigere
Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê ya navenda wê li Viyanayê ye, diyar kir ku Îran li gorî peymana nukleer a ku sala 2015’an îmzekirî tevdigere û eşkere kir ku nezelalbûna rewşê jî bi derketina DYA’yê ya ji peymanê re derketiye holê. -
Rewş Yildirim ê girtî her diçe giran dibe
Rewşa Mehmet Saîd Yildirim ê 9 rojan li Îmraliyê ma ku rapora ‘Nikare li hucreyê’ bimîne her ku diçe giran dibe.