Gelo Merkel dizane şirîka çi ye?
Gelo Elmanyaya ku niha destekê dide siyasetên qirrker û mêhtinger ên Tirkiyeyê, ji Şerê Cihanê yê Yekem û yê Duyem ders negirtiye! Dema ku em li helwêst û pratîkê dinihêrin, em dibînin ku ders nehatiye derxistin.
Gelo Elmanyaya ku niha destekê dide siyasetên qirrker û mêhtinger ên Tirkiyeyê, ji Şerê Cihanê yê Yekem û yê Duyem ders negirtiye! Dema ku em li helwêst û pratîkê dinihêrin, em dibînin ku ders nehatiye derxistin.
Di serî de Elmanya, hin ji welatên Ewrûpayê da zanîn ku ew ê peywendiyên xwe bi Tirkiyeyê re baş bikin û alîkariya aborî bidin Tirkiyeyê. Hem jî wê vê bikin di demekê de ku desthilatdariya Tayyip Erdogan û AKP´ê li dijî hêzên demokrasiyê êrişên xwe yên herî dijwar dimeşîne. Tevahiya dinyayê jî dibîne ku dewleta Tirk siyaseteke qirrkirina çandî bi rê ve dibe ku bi zexta fizîkî û komkujiyan tê zexmkirin. Yên ku ji wan kesan re ku li dijî gelekî siyaseteke bi vî rengî dimeşînin, dibêjin qirrker, ji wan kesan re ku li dijî hêzên demokrasiyê zextên bi vî rengî dikin, dibêjin faşîst; dema ku êdî dor digihîje helwêsteke beramberî Tirkiyeya ku van zextan dike, hema wilo ji bo ku gotibin, rexneyên ne ji dil ên seresere dikin.
Yekîtiya Ewrûpayê (YE) dibêje, ew girîngiyê didin bi nirxên demokratîk. Îdîa dikin ku YE saziya nirxên demokratîk e. Di peymana xwe de behsa nirx û pîvanên demokratîk dikin. Ji wan welatên ku nebûne endamê Yekîtiya Ewrûpayê lê endamên Konseya Ewrûpayê (KE) ne jî pîvanên demokratîk hatine diyarkirin ku ji bo wan girêker in. Tirkiye endama KE´yê ye, lê belê jixwe hey nirxên konsey weke yê xwe qebûl dike, qebûl nake, bi ser de jî bi awayê herî xirab jî wan binpê dike. Hem Tirkiye bi awayekî cidî nayê hişyarkirin, hem jî dibin xwedî helwêstekê ku zexta wê ya li dijî hêzên demokrasiyê teşwîq bike. Destekê didin desthilatdariyeke bi vî rengî û pişta wê tê girtin.
Bêguman, seranserê dinyayê divê siyasetekê bike ku li gelên Tirkiyeyê miqate be, wan li ber çavan bigire. Lê belê ne Tayyip Erdogan û ne jî desthilatdariya AKP´ê Tirkiye ne. Yên ku ev rejîma dîktatoriyê afirandî referandûma 16´ê Nîsanî û hilbijartinên 24´ê Hezîranê ne û ev herdu jî di şert û mercên ne rewa de bi rê ve çûn. Li ser sindoqan tevahiya hêzên mixalif hatin bêdengkirin, her şêwaz zext hat kirin; tişta qewimî ew e ku bi hilbijartineke ne rewa ya bi bi hîleyan desthilatdarî hat xespkirin. Li şûna helwêst nîşandana beramberî desthilatdariyeke bi vî rengî, destekdayîna wê, nîşan daye ku di warê nirxên demokratîk de Elmanya ne bipîvan û lihevkirî ye. Dema ku berjewendiyên aborî dibin mesele, nirxên demokratîk û mafê mirovan berteref dikin. Tê zanîn ku Elmanya û Împeretoriya Osmaniyan bi awayê tê zanîn, di dîrokê de li ser hevpariya çarenûsê ya herî trajedîk li hev kiriye. Di encama vê têkiliyê de di Şerê Cihanê yê Yekemîn de Osmanî ji hev de ketin. Elmanyayê ne ku bi tenê tifaqeke şer bi Osmaniya re kir, ew her wiha bû destekkerê ji derve yê Qirrkirina Ermeniyan. Kî çi dibêje bila bibêje, Elmanya di vê qirrkirinê de hevparê sûc û gunehan e. Helbet, dema ku em dibêjin Elmanya, em behsa hêzên deshilatdar ên hingê, burjuwaziya yekdestparêz û desthilatdariya hingê dikin. Naxwe, dema ku mirov tenê li berjewendiyên aborî û siyasî bifikire, rê li ber derketina holê ya hevpariya sûcên bi vî rengî jî derdixe holê. Jixwe, ji ber vê yekê, piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn, mafê mirovan, nirxên demokratîk û exlaqê siyasî weke pîvan hatin bicihkirin. Yan na, hingê, mirov wê ders negirtibe ji şerên re vekirî li ber felaket, wêranî û êşên mezin ên weke Şerê Cihanê yê Yekem û yê Duyem.
Naxwe, gelo Elmanyaya ku niha destekê dide siyasetên qirrker û mêhtinger ên Tirkiyeyê, ji Şerê Cihanê yê Yekem û yê Duyem ders negirtiye! Dema ku em li helwêst û pratîkê dinihêrin, em dibînin ku ders nehatiye derxistin. Ya ku em fêm dikin ew e ku xwerexnekirinên heta niha bi tenê ji bo wan kes û hikûmetên xwerexnekirî girêker bûne. Desthilatdariya ku Merkel şansolyeya wê ye, bi helwêstên xwe dibêje, xwerexnekirinên beriya niha ji bo me negirêker û bendikar in.
Desthilatdariya AKP´ê, bi qasî ku di dîrokê de nehatiye dîtin zextê dike li hêzên demokrasiyê û gelê Kurd, û bi tenê ev rejîma zextê ya li hundir wê li ser piyan digire. Wekî din jî bi desteka dewletên ku mîna Elmanyayê xwe li vê zextê û zilmê kerr û kor dikin, ev rejîm li ser piyan xwe digire. Elmanya dikare bibêje, em rexneyan jî lê digirin. Lê belê, yek maneya van rexneyan heye, ew jî sergirtina desteka ku dide vê zilmê, van zextan û van pêkanînên faşîst, e. Bi kurt û Kurmancî, di siyasetên Tirkiyeyê yên elmanyayê de mafên mirovan, ti nirxa exlaqî û wicdanî naparêze û li ber çavan nagire. Yek tişta pûte pê tê dayîn heye, ew jî berjewendiyên sermayeya Elman in.
Elmanya hem zext û zilma Tirkiyeyê ya li ser hêzên demokrasiyê û gelê Kurd teşwîq dike, hem jî bi ser wan kesan de diçe ku mafê xwe yê nerazîbûn nîşandanê li dijî van siyasetan bi kar tînin. Destjilatdariya AKP´ê her şêwaz êrişê dike li dijî kesên helwêstê nîşanî zextan û zilmê didin, Elmanya jî li welatê xwe polîsê xwe diajo ser wan kesan ku van zextan protesto dikin. Bi vî rengî ji Tirkiyeyê re dibêje, binihêre, ez ne rêbiwar im ji bo Kurdan ku herî zêde ew serê te diêşînin.
Yekîtiya Ewrûpayê ji xwe re kiriye armanc ku bi siyaset û helwêstên bi vî rengî, bi destekên ku bide Tirkiyeya di krîza aborî de, Tirkiye di rêgeha wê ya siyasî de bimîne. Bi vî awayî Tayyip Erdogan wê bê aşkirin û qaşo bê ser wê xeta maqûl! Ne ji xwe ve, bi vî rengî ber bi nirxên demokratîk û mafê mirovan ve li Tirkiyeyê wê bipêşketin karibin bên kirin. Hem jî di serdemekê de ku zext, zilm û dijberiya demokrasiyê bi awayê herî dijwar tên kirin û tetbîqkirin. Ka, li ku devera dinyayê hatiye dîtin ku bi alîkariya wan desthilatdaran demokrasî bi pêş ketibe ku dijminatiya demokrasiyê dikin û bêperwa êrişî hêzên demokrasiyê dikin? Em bela xwe ji paşê vekin, gelo, ev zilm û êşkenceya îro tê kirin ji bo hikûmeta Elmanyayê ne xwedî maneyek e?
Halê hazir, ji vê siyaseta ku desthilatdariya AKP´ê li dijî Kurdan pêk tîne, li her deveran ´qirrkirin´ tê gotin. Bi awayekî eşkere xuya dibe ku zextê dikin li nasname, ziman, çand, îradeya vî gelî û dixwazin wî tine bikin. Gelo dema ku rastî evqasî eşkere li holê bin, Kurd ji Merkelê napirsin; gelo tu jî dibî şirika qirrkirina Kurdan? Yan jî gelo haya te jê heye ku şirîkê qirrkirineke bi vî rengî yî? Yan jî gelo, piştî ku qirra Kurdan hat anîn, wê hinek rabin, doza lênegirtinê bikin û xwe rexne bikin! Piştî ku qirra Kurdan hat anîn, maneya ti doza lênegirtin û lêbihurînê wê nebe. Berevajî vê, ma doza lênegirtinê û xwerexnekirineke bi vî rengî, wê nebe henekê xwe kirina bi Kurdan, dîrokê û mirovahiyê?
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA