Gelê Serhedê li dijî tecrîdê diçin Amedê
Li Wanê serê sibê bi hezaran mirov li Otogarê li hev civiyan û ji bo beşdarî mîtînga Aşitiyê ya li Amedê bibin, ketin ser rê.
Li Wanê serê sibê bi hezaran mirov li Otogarê li hev civiyan û ji bo beşdarî mîtînga Aşitiyê ya li Amedê bibin, ketin ser rê.
Îro li Qada Îstasyonê ya Amedê bi şîara ‘Aşitî nayê tecrîdkirin’ wê mîtînga Aşitiyê pêk were, çav li rê ye ku rêjeyekî mezin tevlîbûnê ji bajarên derdor çêbibe. Tevî hemû bend û astengiyan jî serê sibê bi hezaran mirov ji Wan, Qers, Agirî û bajarên Serhedê berê xwe didin Amedê.
Li Wanê serê sibê gel li otogarê li hev civiyan û bi tililî û nîşaneyên serkeftinê berbi Amedê ve bi rê ketin. Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak, Umît Dede û rêveberên bajar pêşengiyê dikin.
DEDE: MÎTÎNGA AMEDÊ TENÊ DESTPÊKEK E
Beriya rêwitî destpê bike Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede axivî û wiha got; “Em mîtînga 1’ê Îlonê ji bo sekinandina polîtikayên şer ên hikûmetê ku ev 3 sal e welat teslîm girtî û ji bo geşkirina têkoşîna azadiyê weke destpêkê dibîn. Piştî mîtîngê em ê bikevin pêvajoyekî ku çalakiyên aşitiyê zêde dibin, bibin. Ji 5’ê Nîsana 2015’an ve bi Rêzdar Ocalan re hevdîtin nayê kirin. Bi tecrîdkirina Rêzdar Ocalan re welat veguherî krîzê. Em jî îro vê rêwitiya aşitiyê didin destpêkirin û banga tevlîbûnê li hemû gelê xwe dikin.”