Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (AIEA)ragihand ku Îran li gorî peymana nukleer a sala 2015’an ku îmze kirî tevdigere.
Rêxistinê bibîr xist ku AIEA hemû avaniyên ku hilberîna nukleer a Îranê lê dihate kirin lêkolîn kiriye, têkildarî mijarê jî raporek parvekir. Di raporê de hate diyarkirin ku ketina nava xeteriyê ya peymanê jî bi derketina DYA’yê ya ji meha Gulanê û fişarên nû yên li ser Îranê re pêk hatiye û bal hate kişandina ser girîngiya hevkariyê.
Di raporê de hate destnîşankirin ku AIEA da xuyakirin ku di hilberandina lewaz a ûranyûm û daneheva avê ya giran de pêşketin heye û wiha hate gotin: “Lê ev li gorî sînorê di peymanê de hatiye diyarkirin derbas nabe.”
Bi fişarên nû yê DYA’yê re di aboriya Îranê de pirsgirêkên cidî derdikevin, lîderê rûhanî Ayaetûllah Alî Xamneyî jî ragihandibû ku bi dewamkirina vê rewşê re wê ji peymana 2015’an vekişe.