Di festîvalê de wê dagirkeriya Tirk were şermezarkirin
Berpirsê PDK-S Ewropayê Mahmûd Dawid li ser Festîvala Çanda Kurd axivî û got di festîvalê de wê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrîn, Başûr û Şengalê were şermezarkirin.
Berpirsê PDK-S Ewropayê Mahmûd Dawid li ser Festîvala Çanda Kurd axivî û got di festîvalê de wê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrîn, Başûr û Şengalê were şermezarkirin.
Ji Festîvala Çanda Kurd re, ku îsal cara 26’an e li Ewropayê bi coşî tê pîrozkirin, çend rojên jimartî man. Festîval 8’ê Îlonê li Elmanyayê li eyaleta NRW’yê, li Dînslakenê wê pêk were. Çav li rê ye ku bi hezaran Kurd ji gelek welatên Ewropayê tevlî festîvalê bibin.
Festîvala ku li Ewropayê festîvala herî mezin a Kurdan e û ya herî domdirêj îsal ji hêla Platforma Efrînê ve organizeya wê tê kirin. Li ser navê Komîteya Amadekar berpirsê Partiya Demokrat a Kurdên Sûrî (PDK-S) Mehmûd Dawid ji ANF’ê re li ser festîvalê axivî.
93 SAZÎ Û PÊKHATE DESTEKÊ DIDIN
Dawid got festîval ji bo Kurdên li Ewropayê bi girîngîyeke mezin e, îsal wê tiştekî nû bibe û domand, ‘’Ev festîval ji 1992’an ve li dar e, lê cara pêşî ji çar parçeyên Kurdistanê wê 93 sazî û dezgehên cuda destekê bidin. Di serî de Kurd, Keldanî, Sûryan, Êzîdî, Ereb, Tirk û Elman gelek nûnerên gel, partiyên siyasî, rêxistin û komên baweweriyê wê tevlî festîvalê bibin. Ji vî alî ve festîvala îro ji bo me pir girîn e.’’
Dawid got festîval wê bi dirûşmên ‘’Ji bo aştî û demokrasiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî’ û ‘Li Efrînê xwedî derkeve’’ wê pêk were û domand, ‘’Li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk Kurdan berxwedaniyeke mezin kirin.Qirkirina fîzîkî, siyasî ya dewleta Tirk a li ser Efrînê, dagirkirina başûr û êrîşên li ser Şengalê ji hêla bi deh hezaran Kurd ve, ku ji çar parçeyên Kurdistanê wê tevlî festîvalê bibin, wê were şermezarkirin.’’
WÊ PEYAMÊN SIYASÎ Û YEKÎTIYA NETEWÎ WERIN DAYIN
Dawid got Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, siyasetmedarê Kurd ê Rojavayî Aldar Xelîl, şaredarên Italî, endamên Partiya Çepgir a Elman, Partiya Keskan, nûnerên partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê û gelek rêxistinên civaka sivîl wê tevlî festîvalê bibin û got, li ser geşedanên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn wê bi Kurdî, Tirkî û Elmanî axaftin werin kirin.
Dawid got di festîvalê de wê peyamên yekîtiya siyasî û netewî werin dayin û got wê li festîvalê gundê Kurdistanê jî were avakirin. Dawid her wiha got wê pirtûkên nivîskar û rewşenbîrên ji çar parçeyên Kurdistanê jî di festîvalê de hebin, stand werin danîn.