Îro li Amedê, sibê li Stenbolê gel dadikeve kolanan
Gelê Amed û Stenbolê ji bo Roja Aşitiyê ya Cîhanê dadikevin qadan. Di çalakiyan de wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were xwestin.
Gelê Amed û Stenbolê ji bo Roja Aşitiyê ya Cîhanê dadikevin qadan. Di çalakiyan de wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were xwestin.
Li Amedê ji aliyê Platfroma Demokrasî û Kedê ve li Qada Îstasyonê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê wê mîtîngek girseyî were lidarxistin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî beşdarî mîtîngê bibin. Di mîtîngê de wê nerazîbûnên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin nişandian û mîtîng wê seat 16:00’an destpê bike heta 21:00’an.
SIBÊ LI STENBOLÊ GEL DIHERIKE QADAN
Sibê li Stenbolê mîtînga 1’ê Îlonê tê lidarxistin. Mîtîng ji aliyê pêkhateyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD( û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Konfederasyona Sendikaya Karkerên Şoreşger (DİSK), Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Kamû (KESK), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), EMEP, EHP, Mala Gel û Partiya Karker a Tirkiyê (TP) û gelek partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ve tê lidarxistin. Ji bo mîtînga 2’ê Îlonê li Qada Azadî ya Bakirkoyê banga tevlîbûnê hate kirin.