ROJEVA 31'Ê TEBAXÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Tebaxa 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Tebaxa 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, wê li meydana Demokrasiyê ya 5 Hazîran a Amedê bi şiyara "Aştî a niha" mîtîngek bê lidarxistin. Ji bo mîtîngê banga tevlîbûnê li Amediyan hate kirin.
- R.Ş. û C.E. ku ji ber dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ji Efrînê birevin, diyar kirin ku li Efrînê jiyana kesî ewle nîne.
- Serokê Yekîtiya Çandê ya Suryaniyan Hannah Sewmî got, meşa bi navê Xiristiyanan hate lidarxistin û propaganda gemarî ya piştî wê hate kirin, provokasyoneke plankirî ya Baas e.
- Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku wê 28-29'ê Îlonê bi rengekî fermî serdana Elmanyayê bike, dixwaze li Kolnê bi alîgirên xwe re bicive. Lê belê hikumeta Elman hîn destûr nedaye vê yekê.