Prz. Çelîk: Nebihîstyarî girtiyên nexweş dikuje

Hevberdevkê Komîyona Girtîgehan a OHP’ê Prz. Baran Çelîk got rewşa girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibe û got, ‘’Dewlet dixwaze bikuje lê ya ku dikuje nebihîsyarî ye’’.

Li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê êşkence û binpêkirina mafan her ku diçe zêdetir dibin, Rewşa Awarte bi fermî rabûbe jî li girtîgehan zext û zordarî nesekinîn, girtiyan dema ku radikin nexweşxanê û vedigerînin leşker û qerdiyan  derbê li wan dixin, dijûnê li wan dikin. Girtiyê bi nexweşiya giran Koçer Ozdal (65) ku li Nexweşxaneya Nimûne ya Enqerê dema ku tedawî dibû jiyana xwe ji dest. Dema ku Ozdal mirî jî, li ser nivînên xwe dest û piyê xwe kelepçekirî bû, ev jî zilma ku tê jiyîn nîşan dide.

Parêzer Baran Çelîk, Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) li ser rewşa girtiyên siyasî ji ANF’ê re axivî. Çelîk got, ‘’Dewlet dixwaze bikuje lê ya ku wan dikuje nebihîsyarî ye.’’

LI GIRTÎGEHAN BI HEZARAN GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE

Çelîk got bi polîtîkayên ku AKP li girtîgehan dike ziyanên ku êdî telafiya wan tine ne, çêdibin û bal kişande ser rewşa girtiyên nexweş. Çelîk got dewlet her roj fikarên wan piştrast dike, şertên girtîgehê û rêbazên ku têne bikaranîn ji bo girtiyên nexweş rewşê her roj girantir dike.

Çelîk bal kişande ser Koçer Ozdal ku jiyana xwe jidest dayî û got, ‘’Mirovên ku bi zorê dijîn li girtîgehan bi rengekî nehiqûqî têne girtin. Her wiha tedawiya wan bi qasî ku hewce dike û di dema xwe de nayê kirin Dema ku ji bo tedawiyê wan dibin nexweşxaneyê jî miemeleyên derî rûmeta mirovahiyê li girtiyên nexweş dikin.’’

Çelîk, Sîse Bîngol û Metîn Dûran bi bîr xist û got gelek kesên wiha hene ku raya giştî navê wan nizanin.

KAPASÎTEYA GIRTÎGEHAN TIJE BÛYE

Çelîk bi berdewamî bal kişande ser rêjeya zêde ya girtîgehan û got, ‘’Niha kapasîteya girtîgehan tije bûye û hema bibêje du caran lê zêde girtî hene. Di van koxuşan de ku pir tije ne, mirov bi zorê hilmê distînin Dîsa li gel vê jî xwarin û vexwarina ne paqij didin girtiyan.’’

JI TENDURISTIYÊ BIGIRIN TA BI NAMEYAN GELEK BINPÊKIRIN HENE

Çelîk got li girtîgehan îmkanên tenduristiyê pir kêm in, bi taybetî jî tenduristiya diranan ji bo girtiyan bûye mîna êşkencê, ji bo tedawiyekê bi mehan wan didin sekinandin, ji bilî vê, dest li ser nameyan datînin, nameyan dereng didin lê li gel vê jî rayedarên dewletê xwe kerr û kor dikin.

Çelîk  her wiha got ji bo çareseriya van pirsgirêkan pêdivî pê heye ku raya giştî çêbibe.

Çelîk got nûçegihan, parêzer, wekîl, aktîvîst, hunermend divê bihîstyar bin, ev ji bo girtiyan pir girîng e, divê demildest mirov dawî li vê bêdengiyê bîne.

Çelîk herî dawî li ser helwesta Wezareta Dadê yaTirk jî got, ‘’Mîna amûra tolhildanê ya dewletê dixebite, Wezareta Dadê di rewşa faîl de ye.’’