ROJEVA 1'Ê ÎLONÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Îlona 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

-Endama Koordînasyona KJK’ê Zêrîn Rûken got tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi çarçoweya şerê taybet e.

-Hevseroka DBP’a Amedê Naşîde Toprak diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sîstematîk didome û got: “Bi tecrîdê re girêdayî kaosa li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî didome.”

- Çalakiyên ji bo 1'ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê wê werin şopandin.

- Çalakiya 700'î ya  Dayikên Şemiyê ku hefteya derbasbûyî hatibû lidarxistin, piştî êrîşê ji aliyê AKP'ê ve li Qada Galatasarayê hate qedexekirin. Dayikên Şemiyê diyar kirin ku wê îro li Qada Galatasarayê bin. Çalakiya dayikan û çalakiyên xizmên nebediyan wê werin şopandin.

-Berpirsê PDK-S Ewropayê Mahmûd Dawid li ser Festîvala Çanda Kurd axivî û got di festîvalê de wê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrîn, Başûr û Şengalê were şermezarkirin.

-Rojnameya jinê Newaya Jin ya mehane ku hijmara wê ya 162’an derketî, êrîşa dewletê ya bi ser çalakiya Dayikên Şemî ya heftiya 700’î de kire manşet. Êrîş bi sernavê ‘Hêrsa dayikan wê zora kujeran bibe’ şîrove kir û gihan ber xwendayên xwe.

-Hevberdevkê Komîyona Girtîgehan a OHP’ê Prz. Baran Çelîk got rewşa girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibe û got, ‘’Dewlet dixwaze bikuje lê ya ku dikuje nebihîsyarî ye’’.

-Taxa Salihiyê ya  Erdîşê bi salan e problema wê ya avê heye. Ev salek e ku av nayê ser taxê. Diyar bû ku qeyûm ambargo li ser avê daniye.