Dayikên Şemiyê li dijî ‘qedexe’yê çalakiyan li dar dixin
Li Stenbolê çalakiya Dayikên Şemiyê û li Amedê jî çalakiya xizmên windayan ji aliyê rejîma AKP’ê ve hatin ‘qedexekirin’. Polîsan dora qadan girtin.
Li Stenbolê çalakiya Dayikên Şemiyê û li Amedê jî çalakiya xizmên windayan ji aliyê rejîma AKP’ê ve hatin ‘qedexekirin’. Polîsan dora qadan girtin.
Dayikên Şemiyê yên ku li Qada Galatasarayê hatin ba hev, beriya çalakiya wan a hefteya 701’emîn hemû rê hatin girtin. Dora qadê hate girtin, ketin û derketin hate qedexekirin.
Rêya Îstîklalê jî tê de hemû rê bi TOMA’yan û bi wesayîtên ji bo destgîrkirinê hatin girtin. Li Qada Galatasarayê 4 TOMA û 10 wesayîtên destgîrkirinê hene. Bi sedan polîs li Kolana Îstîklalê ne.
Hefteya borî polîsan êrîşî çalakiya Dayîkên Şemiyê kiribû û rejîma AKP’ê dayîk kiribûn hedef û bi dehan kes destgîr kiribûn.
AMED
Li Amedê jî çalakiya ÎHD û xizmên windayan a ku her Şemî tê lidarxistin ji aliyê Walîtiya Amedê ve hate ‘qedexekirin’. Polîsan dora Parka Koşûyolûyê û Bîrdariya Mafê Jiyanê girtin.