Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên 2 û 18'ê Tebaxê li Şirnexê şehîd bûn eşkere kir.

KCK'ê li dijî şewata ku dewleta Tirk li Kurdistanê derxistiye bang li her kesî kir ku bikevin nava liv û tevgerê.

Serokê Yekîtiya Çandê ya Suryaniyan Hannah Sewmî got, meşa bi navê Xiristiyanan hate lidarxistin û propaganda gemarî ya piştî wê hate kirin, provokasyoneke plankirî ya Baas e.

Li navçeya Raco ya Efrînê di encama çalakiya sabotajê ya YPG'ê de 2 leşkerên Tirk û 2 çeteyên wan hatin kuştin.

Piştî ku rêveberên ITC’ê hevdu bi gendeliyê tawanbar kirin, derkete holê ku rejîma Erdogan di hilbijartinên Iraqê de ji bo ku destwerdanê li Kerkûkê bike 22 milyon dolar şandiye.

Li parzemîna Afrîqayê ji ber şerê çekdarî û ji ber nexweşiyên ku ji ber sedema şer derketin û ji ber birsîbûnê di nava 20 salan de 5 milyon zarokên ku dibin temenê 5 salî de mirine.

Li gorî saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, çeteyên li Îdlibê 2 pir teqandine.

Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê ragihand ku li navçeya Şiyê ya Efrînê li dijî çeteyekî Feyleq El-Şam çalakiyek kirin û di çalakiyê de serçeteyek hatiye kuştin.