FEDA: Em bibin dengê Dersimê

FEDA'yê nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da ku Dersimê dişewitîne û ji bo çalakiyên îro li gelemperiya Ewropayê werin lidarxistin bang li her kesî kir ku xwedî li Dersimê derkevin.

Şewata daristanan ku artêşa Tirk li navend û bejahiya Dersimê derxist, dewam dike. Bi hezaran hektar daristan şewitî. Wekîlên HDP'yî û dildarên ku ji bo vemirandina êgir bi rê ketin tên astengkirin. Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da ku daristanan dişewitîne û bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyan bibin û bibin dengê Dersimê.

FEDA'yê diyar kir ku zêdeyî meheke Dersim ji aliyê hêzên dewletê ve tê şewitandin û wiha dewam kir: "Hikumeta AKP'ê bi şewitandina erdnîgariya me dixwaze terbiye bike. Hêzên ewlekariyê yên AKP'î dest li wekîlên HDP'yî û dildarên ku ji bo vemirandina şewatê berê xwe dan herêmê werdan. Bi vê destwerdanê re hêzên AKP'î nîşan dan ku yên şewat derxistine ew in. Li welatê me ku agir bi avê nayê vemirandin, hemû zindî tên tinekirin."

WÊ LI GELEMPERIYA EWROPAYÊ ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hêzên dewletê bi zorê gund vala kirine û hewl dide gel bitirsînin. FEDA'yê destnîşan kir ku divê ew li pêşberî hovîtiya AKP'ê bêdeng nemînin û diyar kir k ji bo pêşî li vê komkujî û hovîtiyê were girtin, wê îro li gelemperiya Ewropayê çalakî bên lidarxistin.

Ji bo çalakiyan jî banga tevlîbûnê hate kirin: "Berpirsyariya me ye ku em tevlî van çalakiyan bibin û bibin dengê gelê Dersimê. Weke Rêveberiya Ewropayê ya Federasyona Elewiyan a Demokratîk em bang li hemû rêveberên xwe yên dergahan, endamên xwe û her kesên ji xwe re dibêjin 'ez mirov im' dikin ku bibin dengê Dersimê û çalakiyan xurt bikin."