Ev 200 sal in bi belaşî dijîn

Bêyî ku ti lîstikeke wê hebe, tekane dewlet e ku li ser jeo strateji û jeopolîtîkê li ser piyan maye, hem jî ev 200 sal e, bi ser de, bi ceribandina her cure fêhl û finasê.

Zilamê nexweş ê li tengavê, li gel ku bûye bela serê hemû mirovahiyê, bi rê û rêbazên çêkirî ji bo ku bidin jiyîn pêşbirkeke balkêş heye.

Osmanî tam beriya bi 200 salî li gel ku dem û dewrana xwe bihurandiye jî, bi zorê dane jiyîn an jî bi rengekî karîbû ku xwe bide jiyîn.

Osmanî ku destpêka sedsala 1800’î demên xwe yê dawî dijî, bi mûcîyeke mezin li ser piyan ma. Sirra mûcîzeyê ew bû ku em dikarîbû xwe bide bikaranîn hem jî ji bikaranînê re vekirî bû. Sedema vê ya sereke rewşa jeo stratejîk û jeo polîtîk bû.

INGÎLTERE NEXWEŞ DIXWEST

Ingîltere nû xwe avêtibû nav Rojhilata Navîn, bi taybet dixwest ku xeta Hindîstanê jê re vekirî be. Ji bo vê jî, pêdiviya wê bi Osmaniyeke qels hebû. Osmaniyeke mirî wê planên Ingilîzan serûbin bikira. ‘Xwedê neyine serî’ li şûna Osmaniya ku dirûxe, heke hêzeke ku nikaribe were kontrol diyar bibûya, wê rêya Hindîstanê biketa talokeyê. Ji bo vê jî nexweş di komayê de ye; tenê ji Osmaniyeke wiha re gotin ‘erê’, tenê bi qasî ku nemire, bijî.

FIKARA ALTERNATÎF A RÛSAN

Rûs destpêka salên 1800’î bi rengê hêzeke nû li Ewropayê û Asyayê diyar bûbû. Pê re ji bakur ve çav berda deverên ku Osmaniyan dagir kiribû, ber bi başûr ve xwe berdida. Her çendî dixwest ku Osmanî hilweşin jî bi wê fikarê bû bê ka wê çi hêzê têxin şûna wê. Li şûna hilweşandina wê, Osmaniyeke li ber halê miriyan bêhtir bi kêrî wê dihat. Jixwe Osmanî, ku yê dihat şeqamek li dixist, sedsalekê Rûsan li ser piyan hişt.

Heman rewş ji bo Fransiz û Italiyan jî  wiha bû. Wiha, nexweşê li Tengavê, li gel wê jî hate jiyîn.

1900’Î HEMAN REWŞ

Salên 1900’î jî em heman rewşê dibînin. Li her deverê erd ji dest Osmaniyan diçin. Ji bo ku li ser piyan bimînin, aliyek Ingilîz, aliyek Elman, Fransiz bi her kesî re radibûn û rûdiniştin. Erd hê jî ji dest diçûn, dikevin rewşeke wiha ku bi kulmekê re birûxin. Osmanî dîsa bi jeo stratejî û jeo polîtîkê li ser piyan têne hiştin.

Teyîfeya Îttîha-î Terakkî şaş dilîze û di Şerê Cîhanê yê Pêşî de têk diçe. Piştre petrola Mûsil-Kerkûkê mîna Xizir bi hewara Kemalîstan ve diçe, ku alaya wan ji dest wan girtibûn.

PEJIRANDINA QIRKIRINA KURDAN

Ji bermahiyên Osmaniyan ku bi dehan caran hatin tarûmarkirin, ji bo ku petrola di dest wan de ji dest wan bistînin, bi lîstkên li cîhanê kêm peyda, Kemalîst li ser piyan hatin hiştin. Piştî ku rezervên petrolê ji dest wan hatin standin, destûra qirkirina Kurdan dan, kirin hêsîrê şerekî ku wê sed salê dom bikira.

ÎRO DÎSA LI SER PIYAN DIHÊLIN

Em hatine çarîka salên 2000’î. Dewleta TC’ê ji her hêlê ve rûxiyaye. Ji hêla aborî û rihî ve rûxiyaye, hiqûqa navdewletî binpê kiriye, bi çeteyan re rabûye û rûniştiye, li gel ku her roj faşîzmê hildiberîne jî li ser piyan dimîne.

Ev tam 200 sal in li gel ku nexweş e û nexweşê nav nivîna ye jî dema ku fersendekê dibîne,  Osmaniyekî ku tiliya xwe dixe deverekê û neviyên wê li gel fêhl û finasan jî tê jiyandin.

DORPÊÇ CIDÎ XUYA DIKE

Niha pir tengijî ye. Dorpêça DYA’yê vê carê giran xuya dike. Ji bo vê dorpêça li ser xwe bişkîne, bi bayê beze xwe davêjin ber linge ku beriya 200 salî hewaya çêkirî dane Osmaniyan û ew li ser piyan hiştin û hewl didin ku DYA’yê bisekînin. Beriya bi 200 salî yên ku Osmanî li ser piyan hiştin Ingîlîz bûn. Niha jî Ingilîz in. Beriya bi 200 salî hêzeke dî ya ku Osmanî li ser piyan hiştin Fransiz bûn. Niha dîsa li cem Fransayê ye. Xwedêgiravî wê boriyên hilmstandinê vekin. Niha jî di hembêza Elmanyayê de ye. Rûsên ku destpêka salên 1920’î herî pir destek dane neviyên Osmaniyan Kemalîstan niha jî destekê didine wan.

JIYANDINA WÊ SÛC E

Bêyî ku ti lîstikeke wê hebe, tekane dewlet e ku li ser jeo strateji û jeopolîtîkê li ser piyan maye, hem jî ev 200 sal e, bi ser de, bi ceribandina her fêhl û finasan. Rejîmeke wiha ku bûye bela serê mirovahiyê, faşîzm bi mirovahiyê daye naskirin û bûyî sedema mirina bi milyona mirov, ne xwedî mafê jiyanê ye û jiyandina vê sûc e. Hem jî sûcê mirovahiyê. Hemû hêzên ku ev sûc kirin, rojekê, teqez wê li ber dîwana dadê hesab bidin.

DEWLETA KU BÛYÎ ÇETE

Heke îro li Rojhilata Navîn xwîn bûbe cihok û li gel hemû hewldanan jî pêşî li herikandina xwînê nikaribe were girtin, yek ji berpirsê vê yê sereke dewleta TC’ê ya çetebûyî ya Erdogan e. Heke bi milyonan mirov ji cih û warê xwe bubin bepirsê vê dîsa dewleta TC ya faşîst e. Ew ên ku tenê ji bo ku li ser piyan bimînin, Rojhilata Navîn kirin gola xwînê, bi maneya rastî ne xwedî mafê jiyanê ne û divê nebe jî. Ev tam 200 sal in,  ên ku li ser gelan mîna parazîtan dijîn, êdî divê mafê jiyanê ji bo wan neyê naskirin.