Wê guhertina saetê ya zivistan û havînê ya li Ewropa bê guhertin?
Li gorî anketeke ya Komîsyona Ewropayê kirî, ji sedî 80’ê Ewropiyan diyar kirin ku pêkanîna guhertina saetê ya zivistan û havînê bê wate ye.
Li gorî anketeke ya Komîsyona Ewropayê kirî, ji sedî 80’ê Ewropiyan diyar kirin ku pêkanîna guhertina saetê ya zivistan û havînê bê wate ye.
Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropa Jean-Claûde Jûncker, ragihand ku wê pêşniyara ku pêkanîna guhertinê ya saetê ya li gorî werza zivistan û havînê ya li welatên Ewropayê bike.
Di çarçovaya biryareke Parlemetoya Ewropayê ya di meha Sibatê de girtî, daxwaz ji Komîsyona Yekîtiya Ewropa kiribû ku bi awayekî kûr û baş li ser pêkanîna guhertina saetê ya li gorî werzên zivistan û havînê bike. Li gorî anketa ku li ser înternetê hate kirin ku herî kêm 4,6 milyon kes tevlî bûyî, beşeke mezin ên mirovan daxwaz kirine ku ev şêwaz bê guhertin.