Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Ji fermandarên YRK'ê Rêzan Cavît got, Tirkiye di navbera du blokan de dilîze û hewl dide emrê xwe dirêj bike.

Nasnameya 6 gerîlayên ku li Amed, Sêrt û Çewlikê şehîd bûne hatin ragihandin.

YPG’ê, 9’ê Tebaxê ji bo bîranîna du şervanên xwe yên di encama komployê de hatî şehîdxistin, li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên tolhildanê pêk anîn. Herî kêm 19 dagirker hatin kuştin.

 

Cerdevan piştî girtina kampa penaberan, hewl didin Êzîdiyên ku dixwazin li Mîdyayê bimînin, bişelihînin. Êrîş birin ser HDP’yiyên ku destekê didin Êzîdiyan.

Li Ûkraynayê bi wesîleya vebûna dibistnan di navbera yekîneyên artêşê û komên alîgirê Rûsyayê de agirbest hate ragihandin. Agirbest di demeke kin de bi dehan caran hate binpêkirin.

Li Efrînê di demên dawî de çalakiyên li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê zêde bûne. Vê sibê jî teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku malbatên çeteyan ên ji derve hatine, dest bi revîna gundên li ser sînor kirin.

Li Kerkûkê navçeya Hawîceyê êrîşeke xwekuj çû ser cihê kontrolê ya polîsan, bi kêmanî 2 polî hatin kuştin, 1 jê jî birîndar bû.