Tirkiye ji Viyanayê destvala vegeriya
Di civîna Seroktiya Demê ya Konseya Yekîtiya Ewropayê ya li Avûstûryayê ku bi tevlêbûna wezîrên karê derve yên welatên endam pêk hat, hate gotin muzakereyên pêvajoya endamtiyê ya Tirkiyê wê dest pê nekin.
Di civîna Seroktiya Demê ya Konseya Yekîtiya Ewropayê ya li Avûstûryayê ku bi tevlêbûna wezîrên karê derve yên welatên endam pêk hat, hate gotin muzakereyên pêvajoya endamtiyê ya Tirkiyê wê dest pê nekin.
AKP ya ku bi krîza aborî re digevize endamtiya Yekîtiya Ewropayê dîsa anîbû rojevê û hêviya xwe bi desteka rojava ve girêdabû. Beriya bi çendekê wezîrên AKP’yî pêvajoya endamtiya YE’yê dîsa anîbûn rojevê.
Mijara ku wê bi Tirkiyê re dîsa pêvajoya muzakereyan dest pê bike yan na, bi çarçoweya Seroktiya Demê ya Konseya Yekîtiya Ewropa (YE) ya Yekîtiya Ewropayê, bi tevlêbûna wezîrên karê derve yê welatên endam li Viyanayê hate rojevê. Lê vê gavê desthilata AKP’ê ku endamtiya Yekîtiya Ewropayê anî rojevê û wiha xwestî li bara krîza aborî hinekî hilmê bistîne ti encam bi xwe re neaniye.
HAHN: PÊVAJOYA ENDAMTIYÊ WÊ DÎSA DEST PÊ NEKE
Di beşê duyemîn ê civînê de ku duh li Viyanayê bi tevlêbûna wezîrên karê derve yên bi statûya endamtiyê Tirkiye, Sirbîstan, Arnavût, Makendonya û Monenegroyê pêk hat. Dema civînê Endamê Berpirsê Berfirehbûnê ya Komîsyona Ewropayê Johannes Hahn ji APA’yê re axivî û got, ‘’Pêvajoya endamtiyê ya Tirkiyê wê wiha qeşedankê de bimîne.’’
Hahn got di navbeyna Enqere û Brûkselê de wê pêvajoyeke nû ya pêşketinê çênebe û domand, ‘’Tişta ku xwiya dike ne wê fesaleke dî dest pê bike û ne jî li fesalên heyî pêvajoya muzakereyê wê ji cihê mayî berdewam bike’’. Beriya civînê Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglu gotibû ew hêvî dikin ku pêvajoya endamtiyê dîsa dest pê bike.
Wezîrê Karê Derve yê Elman Heîko Maas jî axivî, bal kişande ser polîtîkaya rehînkirinê ya rejîma Erdogan ku di serî de li dijî welatiyên Elman û welatên rojavayî dike û got, ‘’Çareserbûna van weqayan ji bo normalbûna têkiliya bi Elmanya û Yekîtiya Ewropayê re wê bibe gavek.’’
Wezîrê Elman got Tirkiye ji bo normalbûnê şertên hewce bi cih neanîn û got, ev mijar 5-6’ê Îlonê dema ku serdana Tirkiyê kirî wê werin nirxandin.
Her wiha di vê navê de Çavûşoglu dema civînê bi Wezîrê Karê Derve yê Avûstûryayê Karîn Kneîssl û Wezîrê Karê Derve yê Hollanda Stef Blok re hate cem hev, ku weke tê zanîn têkiliya desthilat AKP’ê û Avûstûryayê ne baş bû. Di hevdîtinan de hate gotin têkiliyên ku van du salên dawî xira bûbûn wê dîsa dest pê bikin. Avûstûrya û Hollanda 16’ê Nîsana 2017’an beriya referandûma destûrê bi qedexekirina mîtîngên AKP’ê têkiliyên xwe bi Enqerê re birî bûn.