Erdogan dixwaze li Kolnê mîtîngê li dar bixe
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku wê 28-29'ê Îlonê bi rengekî fermî serdana Elmanyayê bike, dixwaze li Kolnê bi alîgirên xwe re bicive. Lê belê hikumeta Elman hîn destûr nedaye vê yekê.
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku wê 28-29'ê Îlonê bi rengekî fermî serdana Elmanyayê bike, dixwaze li Kolnê bi alîgirên xwe re bicive. Lê belê hikumeta Elman hîn destûr nedaye vê yekê.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku dema dawî têkiliyên xwe yên bi dewleta Elman re ji nû ve xurt kir, piştî çend salan wê di meha bê de bi rengekî fermî serdana Elmanyayê bike. Serdan wê 28-29'ê Îlonê pêk were. Mûxalefet û raya giştî ya Elman li dijî vê serdanê ne.
Li gorî çavkaniyên li Berlînê yên agahî dan ANF'ê, Erdogan wê 27'ê Îlonê saet 22'an dakeve balafirgeha Tegelê. Ji bo Erdogan ku wê bi protokola dewletê bê pêşwazîkirin, wê tedbîrên tund ên ewlekariyê bên girtin. Tevî 5 hezar polîsî, wê sekvan li kolanên Erdogan jê derbas bibin werin bicihkirin.
EGER KOLN NEBE, DIXWAZE LI BERLÎNÊ ŞOVÊ BIKE
Tê gotin, li otela Adlon a li navenda Berlînê, qatê ku lîderên dewletan lê dimîne ji niha ve ji bo Erdogan hatiye veqetandin. Sibeha 28'ê Îlonê wê li Qesra Bellevûeyê ji aliyê Serokkomar Frank Walter ve li ser xalîçeya sor bê pêşwazîkirin. Erdogan wê piştre Şaredarê Bajarê Mezin ê Berlînê Mîchael Muller, danê nîvro jî Serokwezîr Merkel bibîne.
Erdogan cara yekê ye bi navê 'serokkomar' serdana Elmanyayê dike û dixwaze vê yekê weke firsendekê bi kar bîne. Erdogan dixwaze qedexeya ku rêveberiya Berlînê di dema referandûma destûra bingehîn û hilbijartinên 24'ê Hezîranê de danîbû ser wezîr û siyasetmedarên AKP'yî, bi vê serdanê re têk bibe.
Li gorî agahiyan, AKP'yiyan dest bi amadekariyan kirine ji bo Erdogan 29'ê Îlonê li Kolnê bi alîgirên xwe re bicive. Ji bo vê hevdîtin bi salên mezin ên li Kolnê re tên kirin û tê gotin, eger cih li Kolnê neyê dîtin wê li Berlînê heman hewldan bên kirin.
Rêveberiya Berlînê heta niha destûr nedaye mîtînga Erdogan. Dibetiyeke qels jî be, dibe ku rayedarên dewleta Elman bêjin, "Me Erdogan tenê ji bo hevdîtinên dewletê vexwend, ne ji bo mîtîngên taybet" û bi vî rengî nehêlin ku Erdogan şovê bike. Tê payin ku di serdana 5-6'ê Îlonê ya Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heîko Maas a li Tirkiyeyê zelal bibe bê Erdoganê karibe mîtîngê bike yan na.
Erdogan ku Sibata 2008'an li salona Arena ya Kolnê ji alîgirên xwe re axivî, sûcên ku dewleta Tirk dike ji nedîtî ve hatibû û gotibû, "Bila kes ne li bendê me ku em asîmîlasyonê bi xweşbînî pêşwazî bikin. Asîmîlasyon sûcê li dijî mirovahiyê ye. Divê ev yek wiha bê zanîn." Van gotinên Erdogan demeke dirêj bûbû mijara nîqaşê.
GELEK SAZÎ Û RÊXISTIN DIXWAZIN ERDOGAN PROTESTO BIKIN
Erdogan wê ji aliyê gelek hêz û rêxistinên li Elmanyayê ve bi protestoyên "lîderê nayê xwestin" û "tu bi xêr nehatiye Erdogan" were pêşwazîkirin. Platforma bi navê "Erdogan not welcome" wê 29'ê Îlonê xwepêşandaneke girseyî li dar bixe. Ne tenê ji Berlîn û derdora wê, tê payin ku ji gelemperiya Elmanyayê tevlîbûneke girseyî bê kirin.
Ji bilî vê yekê, ji bo xwepêşandanên din gelek serlêdan li polîsên Berlînê hatin kirin. Di vê çarçoveyê de 28'ê Îlonê saet 8'an wê li ber qesra Bellevûeyê bi navê 'Binpêkirina mafên hindikahiyên li Tirkiyeyê' xwepêşandanek bê lidarxistin. Wekî din, Rojnamevanên Sînornenas (RSF) wê 28'ê Îlonê saet navbera 14:00-17:00 xwepêşandanekê li dar bixin û balê bikişînin ser rewşa rojnamevanên girtî.
Xwepêşandeke din a protestoyî ya li Berlînê wê ji aliyê partiya Yekîtiya Demokratên Azad (FDP) ve bê organîzekirin. Çalakî wê bi pêşengiya parlamenterê FDP'î Marcel Lûthe ve 28'ê Îlonê saet 16'an li meydana Brandenbûrg Tor pêk were.
Tevî xwepêşandanên li Berlînê wê, Erdogan li gelemperiya Elmanyayê bi çalakiyan bê şermezarkirin.