ÎHD’ê û TÎHV: Dayik Şemiyê serbilindî û rûmeta me ne

TÎHV’ê û ÎHD’ê li dijî hikûmeta AKP’ê helwest nîşan dan û gotin, ‘’Dayikên Şemiyê serbilindî û rûmeta hemû cîhanê ne. Bi ti rengî çalakiyên wan nikarin werin qedexekirin û astengkirin’’.

ÎHD û TÎHV'ê bertek nîşanî biryara AKP'ê dan,  ya li ser Qedexeya çalakiya Dayikên Şemiyê û diyar kirin ku çalakiyên Dayikên Şemiyê nikarin werin qedexekirin. ÎHD’ê û TÎHV'ê diyar kirin Dayikên Şemiyê ne serbilindî û rûmeta Tirkiyê ya hemû cîhanê ne.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV), têkildarî êrîşa polîsan a li dijî çalakiya heftiya 700'î ya Dayikên Şemiyê û biryara AKP'ê ya qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de êrîşa polîsan şermezar kirin û xwestin ky ji wan dayikên ku êrîş birine ser wan û hatine destgîr kirin lêborîn were xwestin. Dîsa xwestin derbarê berpirsiyaran bi lez lêpirsin were destpêkirin û cezakirin. ÎHD'ê û TÎHV'ê gotin Dayikên Şemiye serbilindî û rûmeta hemû Tîrkiye û cîhanê ne û çalakiyên wan nikarin werin qedexekirin.