Komîsyona Ewropayê dixwaze saeta zivistanê rake

Komîsyona Ewropayê, di encama ankêtekê de, ku bi milyonan welatiyên Ewropayê re hatiye kirin, diyar kir ku ew li Yekîtiya Ewropayê dixwaze sepanîna saeta zivistanê rakin.

Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claude Juncker got, ew ê îro biryarê li ser vê mijarê bidin.

Juncker ji qenela televizyonê ya Elman a ZDF’ê re axivî û got, fikra giştî ew e ku li ser saeta havînî bimînin.

Hate gotin ev biryar li encamên ankêta li ser înternetê ya vê havînê ya Komîsyona Ewropayê digunce.

Li gorî radyoya Europe 1 4,5 milyon Ewropî tevlî ankêtê bûne û ji 10 kesan 8’an jê gotina bila dawî li ferqa saetan a di navbeyna saeta havînî û zivistanî de were.

Sepanîna havîn-zivistanê 1976’an dema krîza petrolê dest pê kiribû. Hatibû gotin armanca vê ya sereke ew bû ku ji rojê sûd werbigirin.

Lê hem lêkolînên komîsyonê û hem jî lêkolînên dî nîşan dan ku bandora vê sepanînê ya li aboriyê marjînal e.