Li Stûtgartê dewleta Tirk hate protestokirin

Li bajarê Elmanya Stûtgartê şewata li Dersimê ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayekî zanebûn tê kirin, bi çalakiyekê hate protesto kirin.

Şewata bi zanebûn ya li Dersimê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin li bajarê Elmanya Stûtgartê bi mîtîngekê hate protesto kirin.

Çalakî ji aliyê Saziya Li Dijî Qirkirina 38’an a Dersimê ve li Schossplatzê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de pankarta ‘Li Dersimê ji qirkirina fizîkî û çandî re na’ û poster û dovîzên têkildarî şewata li Dersimê hatin hildan.

Bi zimanê Elmanî û Tirkî daxuyanî hate dayîn û hate gotin ku Terteleya 1937-38 a Dersimê niha jî didome. Di axaftinan de hate gotin li herêmê polîtikaya bê mirov hiştinê tê meşandin û wiha tê gotin; “Hikûmeta Tirk û waliyê Dersimê li cihê vemirandina şewatê, ketina nava mezinkirina şewatê de. Gelê ku bi dildarî dixwazin biçin şewatê vemirînin ji aliyê polîs û leşkeran ve tên astengkirin. Di şewatê de gelek cûreyên heywanan jî tûne dibin.”

Di çalakiyê de dirûşmeyên ‘Dersim rûmet e, li rûmeta xwe xwedî derkeve’  û ‘Kurdistanê wê bibe gora faşîzmê’ hatin berzkirin. Hunermend Hasan Saglam beşdarî mîtîngê bû û strana “Daye daye’ bi gel re qîriya.