Rewş Yildirim ê girtî her diçe giran dibe
Rewşa Mehmet Saîd Yildirim ê 9 rojan li Îmraliyê ma ku rapora ‘Nikare li hucreyê’ bimîne her ku diçe giran dibe.
Rewşa Mehmet Saîd Yildirim ê 9 rojan li Îmraliyê ma ku rapora ‘Nikare li hucreyê’ bimîne her ku diçe giran dibe.
Parlemeterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Çewligê Erdal Aydemîr diyar kir ku rewşa Mehmet Saîd Yildirim ê li ser fermana Wezareta Edaletê bi tenê di hucreyê de ye her diçe giran dibe. Aydemîr bibîr xist ku ji rewşa Yildirim ê ku rapora ‘Nikare di hucreyê’de bimîne bi fikar in û got: “Keskî siyasî ku 65 salî, nexweşê dil, ciger û tansyonê dîsa gelek nexweşiyên din pêre peyda bûne û 24 sal in di nava mercên giran ên girtîgehê de mayî ye. Tevî rapora ku ‘nikare di hucreyên yek kesî de bimîne’ jî, di dawiya Gulana 2018’an dema sirgûn kirî û hê jî di Girtîgeha Kiriklar a Hejmara 1 a Tîpa F a Bûcayê tê ragirtin, her wiha dîsa tevî heyeta tenduristiyê ya heman teşxîskir dîsa rapora ‘Dikare di hucreya yek kesî de bimîne’ hate dayîn.”
Aydemîr destnîşan kir ku pêkanînên deveyî hiqûqî yên li ser Yildirim tên kirin bi fikar in û got: “Yildirim ê bi ferman Wezareta Edaletê ku dixwazin tecrîd bikin, hate diyarkirin ku wê hikmê cezayê ‘heta heta yê girankirî’ bê pêkanîn. Yildirim ê ku cezayê wî yê heta heta yê girankirî nîne û cezayê heta heta yê ku sala 1996’an diyar bûye. Pêkanînên derveyî hiqûqî yên bi armanca tecrîdkirinê bi fikar in.”
LI ÎMRALIYÊ 9 ROJAN MA
Yildirim di ‘Pêvajoya Aştiyê’ de li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15’ê Adara 2105’an di çarçoveya erka sekrekteriyê yek ji 5 kesên ku hatibû şandina Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. Yildirim li Girtîgeha Îmraliyê 9 rojan li gel Ocalan ma, ji ber nexweşiya dil piştre sewqî Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hate kirin û ji Bolûyê jî sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amed û ji wir jî şandin Girtîgeha Tîpa T a Odemişê kirine.