Temellî: 31'ê Adarê em ê faşîzmê paqij bikin!

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir polîtîkayê qirker û tundrew ên AKP'ê zêde bûne û got, ''31'ê Adarê dema ku me avêtin ser sergoya faşîzmê wê hevalên me jî azad bibin''.

Hevserokê giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên nelirêtî, dizî, talan, tundî û hîleyan û wiha got: "Rêya me rêya azadî û demokrasîyê ye. Rêya gelan û hemû hevrêyê me ye. Bi qasî serê derziyê jî em bi AKP'ê re nameşin." Temelî, anî ziman ku 5 meh ji bo hilbijartinê li pêş wan maye û ew ê bi şev û roj kolan bi kolan, tax bi xebatên xwe berdewam bikin û dawî li desthilata tundrew, talanger, gendelî û zordar bînin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezatî Temelî, di civîna Koma HDP'ê de li meclîsê geşedanên di hefteyê de derketin pêş nirxand. Temelî, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên gendelî, dizî, talan û krîza aborî. Temellî, destnîşan kir ku tundî, destgîrkirin û girtina li dijî endam û rêveberên wan berdewam dike û wiha got: "Ji bo dîktaroriya xwe ya siyasi berdewam bike êrîşan berdewam dike. Hevalên me digirin û dixwazin HDP'ê bêdeng bikin. Ji bo vê yekê dixwazin Kurdan û Tirkan bikin dijminên hev. Ger ku îro hevalên me girtî ne û tên darizandin, encama feraseta rejîma dîktator e. Hengî rayedarên hikûmetê daxuyaniyekê didin dozger dikevin nava liv û tevgerê û dest bi fezlekeyan dikin. Wekî di 94'an de li dijî me êrîş pêk anîn û me serî netewand. Em niha jî serî natewînin.

4'Ê MIJDARÊ NAVEKÎ DIN Ê TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ YE

Temellî li ser tundiya li dijî jinan jî rawestiya û wiha pê de çû: "Em her roj rastî tundiya nû tên. Tundiya li dijî hunermend Sila ruyê tundiya ku nayê dîtin e. Me carek din dît ku tundiya nayê dîtin derket holê. Ev desthilat bi tundiya li dijî jinê hebûna xwe berdewam dike. Ev polîtîka îktidarê ya bincil kiriye. Her sal 300 jin tên qetilkirin. Yên li dijî vê tundiyê derdikevin ten girtin. 4 mijdar jî navekî din ê tundiya li dijî jinêye. Di 4'ê tundiyê de Fîgen Yuksekdag û Leyla Guven hatin girtin. Tundî didome. Li dijî pitika Arîn a girtî tundî didome." 

Temellî bal kişand ser tundiya li girtîgehan li dijî malbatan pêk tê û ev tişt anî ziman: "Tundiya li dijî malbata Acar berdewam dike. Zarokên wan li girtîgehên Tirkiye berdewam dike. Destûr nadin ku dayikên zarokan biçin zarokên xwe girtiyê bibînin. Li Tirkiye 404 girtiyên rewşa wan giran hene. Tundiya li dijî malbata Şenyaşar didome. Ji malbata wan 3 kes hatin kuştin. lê dîsa tundiya li dijî wan berdewam dike." 

'TALANA ZEYTÛNAN BERDEWAM DIKE'

Temellî îşaret bi topbarankirina li dijî Kobanê û cihên din anî û wiha dewam kir: "Niha êrîşên li dıjî Kobanê didomin. Çima? Navê operasyona li dijî Efrînê kirin "Zeytin Dali". Navê wê operasyonê ne Zeytîn Dali ye. Zeytîn Talanî ye. 50 ton zeytûn anîn. Em dîsa dibêjin Kobanê neket û nakeve. Efrîn ya Efrînîya ye. Dê dîsa Efrînî li Efrînê vegerin."

 'RÊYA ME YA BI AKP'Ê RE TUNE' 

Temellî di dewama axaftin xwe de got: "Tu rêya me ya em bi AKP'ê re bimeşin tune. Rêya me rêya aştî, demokrasî û azadiyê ye. Rêya me rêya gelan e. Rêya me rêya kesên di vê dozê de jiyana xwe ji dest dane. Bi qasî misqalekê rêya ku em bi AKP'ê re bimeşin tune."  

HEMÛ RÊBAZÊN GENDELIYÊ  DI ŞAREDARIYA DÎLOKÊ DE HENE

Temelî bal kişand ser enflasyonê jî got: "Li Tirkiye her ku diçe xizanî zêde dibe. Qîmet winda dike. Îro li Tirkiye ji sedî 67 bi heqê herî kêm kar dike. Gelek jê nikarin bi vî heqî jî kar bikin. Dema em li butçeyê jî dinerin em dibînin. Em dibînin ku hemû butçe daye ser pişta gel. Tu tedbîrên ku rê li pêş têkçûna butçeyê bigirin tune. Tenê ji bo butçeya Erdogan tedbîr girtine. Ji bo Agiriyê 102 hezar TL butçe veqetandine. Nifûsa Agiriyê 500 hezar e. Lê tenê ji bo lêçûna Serokomar a salekê 102 hezar TL butçe qetandine. Tenê butçeya ji bo Serokomar bi qasî ya bajarekî ye.  Li Dîlokê qeyûm tune. Lê bi qasî 10 qeyûman nelirêtî hatiye kirin. Hemû qeyûmên din jî ji vê yekê hêzea xwe digirin. Qeyûma Wanê 150 hezar ruşvetê bi navê bexşîyê dixwaze." 

Temellî ji bo cezakirina û îdayên Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya de jî got: "Ji bo Birez Bekîr Kaya gotin nelirêtî kiriye. Bila tenê rûpelekê derxin û bila werin em bi axivin."  

'WÊ DI HILBIJARTINÊ DE BERSIVA TECRÎDÊ BÊ DAYÎN' 

Temellî di dawiya axaftin xwe de li ser hilbijartina herêmî jî sekinî û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Beriya ku em biçin hilbijartinê komek wali ji kar girtin. Ev amadekariyên hilbijartinê ye. Niha der barê cilşoyê de daxuyaniyên pir zelal dibêje. Dibêje cilşo derketiye ew qasî. Yaw tu Serokomar e an tu berpirsiyarê Cilşo û fraxşoyan e. Ev kampanya zilmê ye. Sedema binçavkirinê kampanya hilbijartinê ye. Em dê di van 5 mehan de li dijî vê kampanyayê bi gelê xwe re kampanya HDP'ê bilind bikin. Ez bawer dikim ku em wê di 31'ê Adarê de bersîvê bidin. Jin, karker û hemû gel dê bersîva tecrîdê, 4'ê mijdarê bidin. Gel wê ji Agiriyê, Cizîrê, Şirnex, Amed û  Antalya û hemû bajarên Tirkiye bersîvê bide îktîdara zilm, tundî û ceberûdê. Dê vê desthilata zordar paqij bikin û bavêjin. Em ê di 5 mehan de li her derê şev û roj kar bikin û em dê xebatên xwe berdewam bikin. Em dê kolan bi kolan tax bi tax heta hilbijartinê bi hevre ve xebatên xwe berdewam bikin. Soza me ji hevrêyên me heye.

31'ê Adarê dema ku me ev avêtin ser sergoya faşîzmê wê hevalên me azad bibin''