Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Elîzabeth Gewriye diyar kir ku AKP dewma Îttîhat Terakkî ye û got, "Dixwaze komkujiyên nû bike û Bakurê Sûriyeyê dagir bike."

Sîsê Bîngol tevî emrê xwe yê dirêj li girtîgehê tê hiştin. Bi nexweşiyên giran ketiye. Dibêje, "Eger ez ê bimirim, dixwazim li gundê xwe li ser axa xwe bimirim." ÎHD'ê ji bo berdana dayika Sîsê dest bi kampanya îmzeyan dike.

Rojnamevan Kîbriye Evren jî di nav de 10 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dîl girtî ne, ji ber ku bi Kurdî stran gotine ketin ber lêpirsîna dîsîplînê.

Li 73 tax û gundikên Licê derketina derve hate qedexekirin. Li herêmê bi beşdariya yekîneyên taybet ên artêşa Tirk operasyonê dest pê kir.

Hêzên gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Tepê Sor ê li Çelê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 3 çeper hatin rûxandin û 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li Hesekê lehiyê li Kampa Êrîşê da, kon hate xwarê û jinek mir.

Komîteya Çalakiyê ya Strasboûrgê ji bo çalakiya li ber avahiya Konseya Ewropayê banga tevlîbûnê kir.

Konseya Rêveber a Hevserokatiya KCK’ê: Ev biryara bê bingeh a DYA’yê wergirtî, berdewama komploya li dijî Rêber Apo ye. Li hemberî vê helwesta ku parçeyekî komployê ye divê gelê me û hêzên demokrasiyê lezgîn rabin ser piyan û nerazîbûna xwe raber bikin.