Lîga Mafên Mirovan xelat da Îmret

Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî xelata bi navê Carl von Ossîetzk îsal da Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û parêzvanê mafên mirovan Ottmar Mîles Paûl.

Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî ji sala 1962'an û vir ve bi navê rojnamevan, nivîskar û pasîfîstê Elman Carl von Ossîetzky xelatê dide. Xelat ji kesên li qada civaka sivîl û mafên mirovan dixebitin tê dayin. Saziyê xwediyên xelata îsal eşkere kir.

Lîga Mafên Mirovan daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, xelata îsal wê ji Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û parêzvanê mafên mirovan Ottmar Mîles Paûl re bê dayin. 

Îmret ku li Elmanyayê dijî, di emrê xwe yê ciwan de sala 2014'an ji bo Hevşaredariya Cizîrê bi rêjeya 83 ji sedan hate hilbijartin. Ji ber ku dewleta Tirk Îmret ji wezîfeyê girt û lêpirsîn lê vekir, neçar ma li Elmanyaye vegere. Sala 2018'an li dadgeha navneteweyî ya li Parîsê qala sûcên dewleta Tirk ên li Cizîrê yên di dema qedexeya derketina derve kir.

Wê roja 16'ê Kanûnê li Berlînê merasîmek bê lidarxistin û xelat ji Îmret û Paûl re bê dayin.