Ciwanên Kurd banga xurt a tevlîbûnê li çalakiya Strasboûrgê kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger daxwaza bi lezgîn a berdana ciwanên di çalakiya Strasboûrgê hatibûn destgîrkiri kir, bang li Kurdan kir ku bi awayekî xurt tevlî çalakiyên ji bo azadiya Ocalan bibin.

Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger, ketin avahiya Parlementoya Ewropa ya li Strasboûrgê, tecrîda êşkence ya giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Ciwanên ku li nava avahiyê çalakiya bêîtihatiya sivîl kirin, li gel bilindkirina ala PKK’ê pankarta bi nivîsa ‘Tevgera Ciwanên Şoreşger-Bordeaûx’ vekirin.

Di dema ciwan li nava avahiyê de çalakî dikirin, polîsên Fransî bi gaza bîberê êrîşî girseya derveyî parlementoyê kirin. Di êrîşa polîsan de gelek kes birîndar bûn, bi dehan kes jî hatin destgîrkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em ciwanên Kurd vê pêkanîna derveyî mirovî ya tecrîda li ser Rêber apo û jinedîtina tecrîda li ser Rêber Apo ya CPT’ê û protestokirina vê bê hurmetiyê hatine li Strasboûrgê. Hemû Kurdistaniyên ku tevlî çalakiyê bûne û li dijî êrîşên polîsên Fransî li ber xwe dane pîroz dikin. Berxwedana wan silav dike. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê çalakiyên me bidomin. Heta hevrêyên me yên ku îro hatibûn destgîrkirinê bên berdan em ji vir naçin, wê çalakiya me ya li Strasboûrgê bidome. Bang li hemû Kurdistaniyan dikin ku piştgirî bidin çalakiya me û berê xwe bidin Strasboûrgê.”