Serlêdana parêzerên Ocalan dîsan hate redkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re cara 761’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana parêzeran dîsan hate redkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Mûharrem Şahîn ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdanan parêzeran dîsan hate redkirin.

Parêzer herî dawî 27’ê Tîrmeha 2011’an bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê rojê heta niha 761 serlêdanên parêzeran bi hincetên “mûxalefeta hewayê” , “koster xerabeye” , “koster di temîrê de ye” , “Rewşa Awarte” têne redkirin.