Hunermendên Kurd çalakiya azadiyê didomînin

Çalakiya bi şîara 'Azadiya Ocalan, azadiya me ye' ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê tê lidarxistin, di roja duyemîn de hunermendên Kurd çalakiyê didomînin.

Bi banga KCDK-E û TJK-E’yê ji bo bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, duh bi beşdariya bi hezaran kesan bi daxuyaniya çapemeniyê çalakî hatibû destpêkirin. Çalakî di roja duyemîn de didome.

Çalakî ew ê heta 18’ê Mijdarê bidome û her roj ew ê ji herêmên cihên yên Ewrûpayê û nûnerên saziyan û welatparêz tevlî çalakiyê bibin. Li qada çalakiyê avahiya Konseya Ewrûpayê, avahiya DMME û ya CPT’ê heye.

Hunermendên Kurd îro di çalakiyê de cihê xwe stendin û ji bo ku biçe Îmraliyê bang li CPT’êkirin. Di nav hunermendan de Hozan Comerd, Hozan Cewad û şanoger Emele jî hene.

Çalakiya ‘Azadiya Ocalan azadiya me ye’ duh bi beşdariya bi hezaran Kurdistaniyan hatibû destpêkirin. Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ya ku li hemberî êşkenceya li Îmraliyê bêdeng e û gavneavêtina CPT’ê tê protestokirin.

Duh polîsên Fransayê bi bombeyên gazê êrîşî çalakvanan kiribû. Di êrîşê de gelek ciwanên Kurd hatibûn destgîrkirin, gelek kes birîndar bûbûn û gelek kes jî rakiribûn nexweşxaneyê.