Salek û 8 meh ceza dan hevseroka SGDF’ê Çoban

Hevseroka SGDF’ê Ceren Çoban ji ber ku di roportajekê de qala dagirkeriya li Efrînê kiribû doz lê hatibû vekirin. Salek û 8 meh cezayê girtîgehê li Çoban hate birîn.

Hevseroka Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst Ceren Çoban ji ber roportaja wê ya li ser dagirkeriya li ser Efrînê doz lê hatibû vekirin.

Çoban di rûniştina dozê de got ku, “Di komkujiyên DAÎŞ’ê yên li Sûrûc û Enqereyê ez sax mam. Ez diyar dikim ku di êrîşên zayendî de yên li ser jinan, ez ê bêdeng nemînim. Li welatê me evqas tacîz, tecawiz û şer heye, ji ber vê jî xwestina aştiyê peywireke mirovahiyê ye.”

Heyeta dadgehê biryara xwe ya diyar kir û salek û 8 meh ceza da Çoban. Dadgehê biryar da ku bila ceza were taloqkirin.