Başaran: Girtiyê nexweş li ber çavan mir!

Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku hikumet berpirsê mirina girtiyê nexweş ê bi navê Bûrhan Karatay e û got ku, “Hemû serlêdanên tehliyeyê hatine redkirin, daxwazên tedawiyê jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê hatiye piştguhkirin.”

Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan û parlementera Êlihê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran derbarê girtiyê nexweş ê bi navê Bûrhan Karatay daxuyanî da yê ku girtiyekî nexweş bû û ji ber nexweşiyan rehmet kir.

‘LI BER ÇAVAN MIR!’

Başaran got ku, “Ligel ku temenê Karatay zêde bûbû û ji ber nexweşiyên wî, gelek serlêdanên ji bo tehliyeyê hatibû kirin lê rêveberiya girtîgehê guh neda daxwazên wî yên tedawiyê jî. Wekî Koçer Ozdal, Bûrhan Karatay jî ji ber nehate tedawîkirin, terkî mirinê hatine kirin.”

Başaran bi bîr xist ku hefteyek borî ji bo rewşa girtiyên nexweş wan pêşniyaznameya lêkolînê dane meclîsê lê ev pêşniyazname bi dengên AKP’ê hatine redkirin. Başaran got ku “Heke ev pêşniyazname bihata qebûlkirin wê Bûrhan Karatay di nav me de bûya. Heke kesên rayedar ew ê nikaribin vê berpirsyariyê wergirtin divê dev ji peywira xwe berdin. Divê mafê girtiyan teqez were bicihanîn û hemû girtiyên nexweş ên di girtîgehan de werin berdan. Em diyar dikin ku derbarê kesên ku bûne sedema mirina Karatay em ê dest bi hewldanên zagonî bikin.”