Fermandar Arîan li PE'yê bang kir: Pêşî li dewleta Tirk bigirin

Dokûmantera "Fermandar Arîan" ku ji aliyê derhêner Alba Sotorra ve hate amadekirin, li Parlamenta Ewropayê hate nîşandan. Piştî nîşandana fîlm, karaktera sereke ya fîlm Fermandar Arîen bi rêya skypê tevlî çalakiyê bû.

Dokûmantera "Fermandar Arîan" a ji aliyê derhêner Alba Sotorra, êvara Çarşemê li Parlamenta Ewropayê (PE) hate nîşandan. Karaktera sereke ya fîlm Fermandara YPJ'ê Arîan bi rêya skype tevlî kombûna nîşandana fîlm bû.

Tevî derhênera fîlm Sotorra, bavê şervana YPJ'ê Anna Campbell a li Efrînê şehîd bû Dîrk Campbell, Stelîos Koûlogloû û ji aktîvîstên Tevgera Jinên Kurd Dilar Dîrîk jî tevlî kombûnê bûn.

'DEWLETA TIRK DIXWAZE DAÎŞ'Ê XURT BIKE'

Fermandara YPJ'ê Arîan bi bîr xist ku ev 6 sal in li Rojava şerekî giran diqewime û got, "Ciwanên Kurd, Ereb, Tirk, ciwanên ji Ewropa û welatên din ên cîhanê li vê derê têdikoşin."

Fermandara YPJ'ê Arîan diyar kir, 6 sal in ew li dijî DAÎŞ'ê şer dikin û wiha dewam kir: "Me DAÎŞ têk bir, lê belê dewleta Tirk dixwaze wê ji nû ve xurt bike. Me hovîtiya dewleta Tirk bi taybetî li Efrînê dît. Banga me ew e ku ev êrîşên li dijî gelê Kurd biqedin."

Fermandar Arîan anî ziman ku wê Rojava biparêzin û bal kişand ser êrîşên dawî yên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û Girê Spî. Arîan ev bang kir: "Pêşî li dewleta Tirk û her tişta alîkariyê dide DAÎŞ'ê bigirin."

Fermandara YPJ'ê Arîan diyar kir, parastina Rojava parastiya mirovahiyê ye û got, "Gef û êrîşên li ser Rojava dewam dikin. Dewleta Tirk gefê li hemû destketiyên me dixwe. Dixwaze jiyana me biqedîne. Lê em ê şoreşa xwe biparêzin. Di nava vê şoreşê de mirovahî heye, azadî heye."

Fermandar Arîan her wiha silav da bavê şervana YPJ'ê Campbell Dîrk Campbell.

Beşdarên kombûnê jî demeke dirêj li ser piyan ji bo fermandara YPJ'ê Arîan li çepikan xistin.

Dîrk Campbel jî qala êrîşên dewleta Tİrk ên li ser gelên Rojava kir.

Bav Campbell, dîmenê Haci Loqman Bîrlîk ê li pişt panzerê bi erdê re hate kaşkirin û teşhîrkirina bedena şervana YPJ'ê Barîn Kobanê ya li Efrînê şehîd bû, nîşan da. Campbell got, di navbera dewleta Tirk û DAÎŞ'ê de ti ferq nîne.

Campbell diyar kir, keça wî di dema êrîşa dewleta Tirk de li Efrînê jiyana xwe ji dest da û ji bo gelên Rojava banga piştgiriyê kir.

Dokûmanter li ser çîroka şexsî ya fermandara YPJ'ê Arîan, şervanên jin, wêrekî û biryardariya wan, berdêlên dane û berhemên afirandine.