Derb li girtiyên li girtîgeha Manîsayê xistin

Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê ev sê rojin girtî hejmartina ser lingan qebûl nakin û qerdiyan derban li girtiyan dixin.

Derket holê ku li qawîşa C-16 a Girtîgeha Tîpa T ya Manîsayê 13 girtiyên siyasî ji ber ku li dijî jimartina li ser piya derketine, 3 roj in qerdiyan derban li wan dixin. Mehmet Aydemîr û Xebat Aydemîr ên birayê hev ku di heman qawîşê de dimînin bi rêya hevdîtina telefona heftane rewşê ji malbata xwe re ragihandin.

Bavê girtiyan Abdullah Aydemîr diyar kir ku bi telefonê bi zarokên xwe re hevdîtin pêk aniye û wiha got: “Zarokên min îro li min geriyan. Ji min re gotin ‘Rêveberiya girtîgehê 3 roj in sibe û êvarê jimartina li ser piya li me ferz dikin û bi ser qawîşa me de digirin û derban li me dixin. Di êrîşa îro de girtiyê bi navê Zahîr Aslan ji serê xwe birîndar bû û ji hişê xwe çû. Wî birin nexweşxaneyê. Girtiyê bi navê Sîracettîn Hassas li gel di milê wî de platin hebû jî qerdiyanan derb lê dan. Ew nebirin revîrê û nexweşxaneyê. Gelek kes birîndar bûn. Kes nebirin nexweşxaneyê. Bi taybetî êrîşî girtiyên extiyar û nexweş dikin.”

Aydemîr da zanîn ku her roj li girtîgehan zext zêde dibe û ew wek malbata girtiyan ji rewşê gelek xetere ne.  Aydemîr anî ziman ku ew ê li dijî zextên li ser girtiyan bêdeng nemînin û got: “Ev 3 sal in zarokên min di hepsê de ne. Ev êrîş li dijî rûmeta mirovahiyê ne. Jixwe girtî ne. Bi ser de radibin êrîşî wan dikin. Bi van êrîşan dixwazin girtiyan çavtirsandî bikin. Dixwazin di hundirê girtîgehê de girtîgeh çêbikin.”

Aydemîr got ew ê derbarê berpirsan de giliyê sûc bikin.

Têkildarî mijarê me xwe gihand rayedarên girtîgehê û gotin ew ê derbarê tiştên qewimîne  agahî nedin.