Li Strasboûrgê helwesta tund: Em ê li ber xwe bidin

Piştî ku polîsên Fransiz êrîş birin ser çalakiya 'Azadiya Ocalan azadiya me ye' ya ku li Strasboûrgê dest pê kiribû, bi daxuyaniyekê hate gotin, bi zextan nikarin Kurdan rawestînin.

Îro polîsên Fransiz êrîş birin ser çalakiyan azadiyê ya ku saet 12.30'an li ber Konseya Ewropayê (KE) ya li Strasboûrgê dest pê kiribû. Polîsan bi bombeyên gazê êrîş bire ser çalakvanên ku piştî daxuyaniyê ber bi avahiya CPT'ê ye ve meşiyan û bûne sedem ku gelek kes birîndar bibin.

Piştî êrîşê gelek kes ji ber gazê û derbên polîsan rakirin nexweşxaneyê.

Piştî êrîşê bi hezaran kes ên ji bo Nobeta Azadiyê ya  Ocalan hatin cem hev. Siyasetmedarê Kurd Suleyman Guneylî axivî û got, bi zextên wiha nikarin Kurdan rawestînin.

Guneylî got hêzên ku Rojhilata Navîn parçe kirin ev 100 sal in Kurdan bê nasname dihêlin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevrêyên wî derketine meydanê û pêşengî ji gel re kirin''.

Guneylî got, ''Van xwestin ku me ji dîrokê rakin' lê Ocalan bib meşa azadiyê ya ku dayî destpêkirin ji wan re gotiye 'rawestin''. Guneylî got, ''Serok û hevrêyên wî ber bi çiyayan ve meşa azadiyê dane destpêkirin'' û got, niha jî şerekî hevşib ê parvekirinê heye.

Guneylî bi domdarî got, ''Niha jî dibêjin, 'vê carê jî wê Kurd nebin'' û domand, ''Em jî dibêjin, ew stratejiya ku te danî beriya niha bi 100 salî bû û ew niha tine. Niha em hene ku li Rojhilata Navîn bi vîna xwe şer dikin. Ji bo vê bi bombeyên gazê êrîşê bi ser me de tînin. Dixwazin vîna me bişkînin. Kî ye vîna me? Rêber Apo ye, PKK ye.''

Guneylî herî dawî got hêzên hevkarên hev beriya bi 20 salan Rêberê Gelê Kurd radestî dewleta Tirk a faşîst kirine û, di van 20 salên piştî komploya bi armanca tasfiyeyê têkoşîneke mezin derketiye holê.

Di çalakiyê de gelek nûnerên saziyan û welatparêzan gotin ew ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin û heta ku ji Ocalan agahiyê werbigirin wê dev ji çalakiyê bernedin.

Nûnerên partiya çepgir a Elman Dîe Lînke jî gotin ew li cem gelê Kurd in, divê projeya aştiyê ya Ocalan a ji bo Rojhilata Navîn were parastin û êrîşên bi bombeyên gazê şermezar kirin.