Bakteriyên qewîn li YE’yê rê li ber mirina 33 hezar kesî vekir

Li gorî lêkolînekê, li Yekîtiya Ewropayê (YE) sala 2015’an 33 hezar kes ji ber bakteriyên ku dikarin bi antîbiyotîkan, mirine.

Encamên lêkolînê di kovara The Lancet Infectious Diseases de hatin weşandin. Li gorî hesabên lêkolînerên Ewropayî bakteriyên li hemberî antîbiyotîkan dikarin li ber xwe bidin, li YE’yê rê li ber mirina bi deh hezaran vekir.

Hate ragihandin ku ev bakterî tenê sala 2015’an xwe gihandine 617 hezar 689 kesan û ji mirina 33 hezar 110 kesan ev bakterî berpirsyar hatin girtin.

Dîsa hate eşkerekirin ku ev bakterî xwedî bandoreke weke ya mirinên ku şewb, pençeşêr û vîrusa AÎDS’ê rê li ber vedike ye.

Piraniya mirinan zarokên ji 12 mehî biçûktir û kesên ser temenê 65’an eleqedar dike. Hate ragihandin ku mirinên herî zêde li Îtalya û Yewnanîstanê pêk hatine. Li Îtalyayê tenê bi serê xwe yek ji sisêyan a mirinan ev baktetî berpirsyar tên girtin.

Bijîşk di mijara zêde bikaranîna antîbiyotîkan de bal dikişînin li ser xetereyan û diyar dikin ku bikaranîna zêde berxwedêriya bakteriyan zêdetir dike.

Ekîbeke Avûstralyayî Îlona 2018’an hişyar kiribû ku bakteriyeke bi navê Staphylococcus epidermidis ku li hemberî hemû antîbiyotîkan dikare li ber xwe bide pêş ketiye û ev bakterî dikare rê ber nexweşiykn giran û mirinan veke. Lêkolîner diyar dikin ku mijareke lezgîn e ku antîbiyotikeke wisa bê çêkirin ku berxwedêriya van bakteriyan derbas bike.