Serokê KRXKE bi heyeta HDP'ê re rûnişt

Serokê nû yê Kongreya Rêveberiyên Xwecihî ya Konseya Ewropayê (KRXKE) Andreas Knape bi heyeta HDP'ê re rûnişt. Di hevdîtinê de rêveberiyên xwecihî hate nirxandin.

Andreas Knape roja Sêşemê ji bo Kongreya Rêveberiyên Xwecihî yên Konseya Ewropayê hate hilbijartin. Knape yek ji hevdîtinên xwe yên destpêkê bi heyeta HDP'ê re kir. Andreas Knape yê Swêdî ku endamê Koma Demokrat a Xiristiyanan e, ji sala 2007'an û vir ve raportoriya Tirkiyeyê ya Kongreyê dikir.

Andreas Knape ji ber vê wezîfeya xwe, li ser mijara şaredariyên li Tirkiye û Kurdistanê kesekî pispor tê dîtin.

Heyeta HDP'ê ku şaredarî temsîl dikir, ji Ayşe Serra Bûçak û Nûnerê HDP'ê yê li Konseya Ewropayê Fayik Yagizay pêk hat. Dîrektorê Giştî û Sekreterê Îcrayê yê Kongreyê jî di hevdîtinê de amade bûn.

Di hevdîtinê de rêveberiyên xwecihî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hevşaredarên hatin girtin û qeyûm li şûna wan hatin bicihkirin, şert û mercên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an hatin nirxandin.

Heyetê di hevdîtinê de işaret bi gefên Erdogan ên li HDP û DBP'ê kir û bang li KRXKE û saziyên navneteweyî kir ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Hate ragihandin, kongre bi taybetî ji ber girtina hevşaraedara Dersimê Nûrhayat Altûn nerazî ye ku Altûn beriya bê girtin bi navê DBP'ê di nava delegasyona Tirkiyeyê ya Kongreyê de hebû.

Endama koma sosyalîst Ayşe Serra Bûçak jî niha weke endama meclîsa Şaredariya Amed-Bagarê di heyeta fermî ya Tirkiyeyê de cih digire.