Girtiyê nexweş jiyana xwe ji dest da

Bûrhan Karatay ê 67 salî ku li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê bû, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê nexweş Bûrhan Karatay ê 67 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Gîresûnê bû, doh krîza dil derbas kir. Karatay ku 3 sal û 10 meh in bi girtî dihate darizandin, hate gotin ku ji ber emrê xwe yê dirêj gelek nexweşî lê der bûbû.

Kurê Karatay Îsmaîl Karatay diyar kir ku ji bo berdana Karatay beriya niha rapor pêşkêş kiribûn, lê belê tevî serlêdan û hewldanên wan nehatiye berdan. Karatay anî ziman ku bavê wî berî 5 mehan lê geriya ye, jê re gotiye ku divê anjiyo bibe lê belê rêvberiya girtîgehê destûr nedaye. Karatay ku nexweşê tansiyona bilind bû beriya niha 4 caran anjiyo bûbû.

Piştî ku malbat pê hesiya, ji bo cenaze werbigire çû Gîresûnê. Cenazeyê Karatay wê li Bazîdê were veşartin.

Karatay ku beriya niha gelek caran hatibû girtin, endamê Meclîsa Şaredariya Bazîdê bû.