Ji bo çalakiya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê hate kirin

Komîteya Çalakiyê ya Strasboûrgê ji bo çalakiya li ber avahiya Konseya Ewropayê banga tevlîbûnê kir.

Komîteya Çalakiyê ya Strasboûrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo çalakiya li ber Konseya Ewropayê banga tevlîbûnê kir ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin.

Komîteyê işaret bi êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê kir û got, "Ev polîtîkaya xwe ya dij bi Kurd bi piştgiriya hêzên serwer gihand asta navneteweyî û veguherand komployekê.

Birêz Ocalan ku niha li Girava Îmraliyê tecrîdkirî ye û li ser jiyana wî ti agahî nayê girtin, li pêş çavên cîhanê di rewşeke nediyar de tê hiştin. Tevî ku 20 sal jî di ser re derbas bûye, bi tena serê xwe li Girava Îmraliyê bi xurtî li ber xwe dide û pêşengiyê ji berxwedana azadiyê ya gelê Kurd re dike. Du sal in agahî jê nayê girtin û 7 sal in parêzer nikarin wî bibînin.

Dewleta Tirk bi hêza ku ji saziyên navneteweyî û bêdengiya hêzên serwer werdigire, şerê qirêj ê li dijî gelên Kurdistanê dike û tecrîdê gihandiye asteke bê perwa.

Ji bo aştî û demokasî bên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê, ji bo gel, bawerî, jin û zarok di nava şert û mercên azad de li cîhaneke bê şer bijîn, rêya çareseriyê azadiya Rêber Apo ye. Polîtîkayên dij bi Kurd ên rejîma faşîst a AKP-MHP'ê yên li Kurdistanê û zextên li Tirkiyeyê yekser bi tecrîda li Îmraliyê ve girêdayî ne. Bi tecrîda li Îmraliyê re ku li ser Birêz Ocalan tê ferzkirin, êrîş li gelê Kurd û azadiyê tê kirin. Rabûna li ber vê pêla êrîşê, wezîfeya rûmetbûnê ya me hemûyan e ku nabe bê taloqkirn. Ji ber vê yekê azadiya Birêz Ocalan têkoşîna bingehîn a gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye ku veger jê nabe.

Bi navê KCDK-E'yê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan me li Strasboûrgê roja 6'ê Mijdarê dest bi çalakiyê kirin. Çalakî her roj ji aliyê sazî ya jî komekê ve di navbera saet 10:00-17:00 de tê kirin. 7'ê Mijdarê hunermend li qada çalakiyê ne. 8'ê Mijdarê wê ciwan, 9'ê Mijdarê hevserok, nûnerên saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî, hunermend û rewşenbîr çalakiyê bidomînin.

9'ê Mijdarê roja Înê pêkhateyên KCDK-E'yê, hevserok, nûnerên saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî, rewşenbîr, demokrat, sosyalîst, hêzên enternasyonalîst, komên baweriyan, jin û ciwan ji bo şermezarkirina tecrîda navneteweyî ya li ser Birêz Ocalan tê ferzkirin tevlî çalakiya 'Ocalan azadiya me ye' bibin. Em bang li hemû rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerêns aziyên Kurdistanî, Tirkiyeyî, Asûrî-Suryanî û Ermenî dikin ku rojekê tevlî çalakiyê bibin, xwedî lê derkevin û destekê bidin."

Çalakî li Avenue de l'Europe, 67000 Strasbourg'ê pêk tê.