Li Stockholmê ji bo Ocalan çalakî hate lidarxistin

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye ji bo serbestberdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate destpêkirin. Çalakî bi kon a li qada Mynttorgetê ew ê heta hefteyekê bidome.

Çalakvanan posterên Ocalan û pankartên ji bo serbestberdana wî li kon daliqandin û ji bo protestokirina tecrîdê qefeseke ji hesin li ber kon hate danîn. Li ser nepoxan ‘Free Ocalan’ (Azadî ji Ocalan re) hate nivîsandin û bi qefesê ve hate girêdan.

Çalakvanan êleg li xwe kirin ên ku wêneyê Ocalan li ser heye û belavok li qadê belav kirin. Di çalakiyê de axaftin tên kirin. Di axaftinan de tecrîda li ser Ocalan û êrîşên li ser Kurdistanê tên şermezarkirin.

Bi destpêkirina çalakiyê re daxuyaniyeke nivîskî ji çapemeniya Swêdê re hate şandin. Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku, “Erdogan ji bo astengkirina çareseriyê her tiştî dike. Em li Kurdistanê çareseriyeke aştiyane û demokratîk dixwazin. Abdullah Ocalan temînata çareseriya pêşniyaza xweseriya demokratîk e.”

Çalakî her roj di navbera 13.00-18.00’an de ye û ew ê heta 12’ê Mijdarê bidome.