Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş..

Ji bo çalakiya navendî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi dirûşma "Azadiya Ocalan azadiya me ye" bi hezaran Kurdistanî û dostên wan berê xwe dan Strasboûrgê.

Piştî ku polîsên Fransiz êrîş birin ser çalakiya 'Azadiya Ocalan azadiya me ye' ya ku li Strasboûrgê dest pê kiribû, bi daxuyaniyekê hate gotin, bi zextan nikarin Kurdan rawestînin.

HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên 5'ê Mijdarê yên li Colemêrgê agahî da û diyar kir, herî kêm 2 leşkerên Tirk hatine kuştin. Li herêma Zapê jî droneyek hate xistin.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy işaret bi êrîşên li ser Kobanê û Girê Spî kir û got, eger hewldaneke nû ya dagirkeriyê dest pê bike wê mîna bûmerangê li Tirkiyeyê vegere.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku li ser êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê li Eniya Hecînê şer rûdaye û die şer de 49 çete hatine kuştin.

Li Edeneyê çeteyên narkotîkê li taxên Kurdan hatin bicihkirin. Yên ku li dijî narkotîkê têdikoşiyan hatin girtin. Kurdistaniyên ku salên 1990'î ji ber zexta dewletê koçî Edeneyê kirin gotin, çete bi desteka polîsan li taxên wan hatine bicihkirin.

Nobeda "Azadî ji Ocalan re" di hefteya 333'an de ye. Komek ji bajarê Bordeaûxê nobeda vê hefteyê dewr girt. Çalakgeran bang li her kesî kirin ku ji bo Ocalan li Strasboûrgê li hev bicivin.

Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji serê salê ve li Behra Spî nêzî 2 hezar koçberan jiyana xwe ji dest dane.

Li herêmeke Iraqê ku di navbera salên 2014-2017'an de ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû dagirkirin, 200 gorên komî hatin dîtin ku tê texmînkirin 12 hezar cesed tê de ne. Neteweyên Yekbûyî diyar kir, dibe ku hîn bêhtir gorên komî werin dîtin.