ROJEVA 7'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Mijdara 2018'an.

* Elîzabet Gewriye diyar kir ku AKP dewma Îttîhat Terakkî ye û got, "Dixwaze komkujiyên nû bike û Bakurê Sûriyeyê dagir bike."

* Sîsê Bîngol tevî emrê xwe yê dirêj li girtîgehê tê hiştin. Bi nexweşiyên giran ketiye. Dibêje, "Eger ez ê bimirim, dixwazim li gundê xwe li ser axa xwe bimirim." ÎHD'ê ji bo berdana dayika Sîsê dest bi kampanya îmzeyan dike.

* Serokê nû yê Kongreya Rêveberiyên Xwecihî ya Konseya Ewropayê Andreas Knape pêşwazî li heyeteke şaredariyên HDP'î kir. Di hevdîtinê de rêveberiyên xwecihî hatin nirxandin.

* Emîne Înedî (52) ku li gundê Deştalela ya Şirnexê ji dayik bû û ji ber zilma dewletê neçar ma cih û warê xwe biterikîne, heta ku destûrê nestîne nikare bikeve nava gundê xwe.

* Ji ber krîza heyî ya li Tirkiyeyê gelek cotkaran neçar man zeviyên xwe bifiroşin. Cotkar dibêjin, berpirsyarê vê yekê AKP ye.

* Gerîla Ûmût Azadî dibêje, gerîla ku hunermendê hunera şer e, stranên çanda qedîm jî distirên. Ûmût azadî diyar dike ku gerîla wê hunera xwe ya dîrokî mezintir bike.

* Hejmara welatên ku mohra xwe danîne binê peymana neteweyên Yekbûyî ya li ser çareseriya global a pirsgirêka koçberiyê bû 6. DYA û Awûstûrya serkêşiyê ji welatên ku li ber peymanê radibin dikin.