ROJEVA 8'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Mijdara 2018'an.

- Wekîla Swîsreyê Laûrence Fehlmann Rîelle diyar kir ku Konseya Ewropa û CPT jî di tecrîdkirina Ocalan de berpirsyar in û got, ji bo Ocalan divê tevgereke navneteweyî bê avakirin.

- Dewleta Tirk ku girtîgeh weke amûrek ji bo tepisandina mûxalîfan bêdengkirina civakê bi kar anî, salên dawî hîn bi tundî ev yek bi kar anî.

- Gelek sazî û parêzvanên mafên mirovan ên li Elmanyayê wê ji bo şermezarkirina qedexeya li ser PKK'ê, nîjadperestî û qanûna polîsan a ku hikumet dixwaze bîne, roja 1'ê Kanûnê li paytext Berlînê xwepêşandaneke hevpar li dar bixin.

- Dokûmantera "Fermandar Arîan" ku ji aliyê derhêner Alba Sotorra ve hate amadekirin, li Parlamenta Ewropayê hate nîşandan. Piştî nîşandana fîlm, karaktera sereke ya fîlm Fermandar Arîen bi rêya skypê tevlî çalakiyê bû.

- Nebahat Ertaş 30 sal in karê narinciye dike. Carna di germa dijwar, carna jî di sir û seqemê de vî karî dike.

- Yemen ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke 'mezintirîn krîza însanî' hatibû ragihandin. Bi dehan saziyên alîkariyê ji bo Yemenê bang kirin û xwestin, ji bo rizgarkirina bi milyonan kesî şer bê rawestandin.

- Kanadayê ji ber ku sala 1939'an nehiştibû Yahûdiyên ji zilma Nazî reviyan xwe li welatê wan bigire, bi fermî lêborîn xwest.

- Li gorî lêkolînekê, sala 2015'an li Yekîtiya Ewropayê 33 hezar kes ji ber bakteriyên ku dikarin bi antîbiyotîkan, jiyana xwe ji dest dane.