ÎRA’yê rapora meha Çileyê eşkere kir

Înîsyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora binpêkirin û zextan a li dijî rojnamegeran a meha Çileyê eşkere kir. ÎRA’yê ragihand ku di meha Çileyê de 100 rojnameger hatine darizandin û 5 rojnamger jî hatine girtin.

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora meha Çile ya 2019'an a binpêkirina mafên çapemeniyê û rojnamegeran bi daxuyaniyek nivîskî eşkere kir. ÎRA, di raporê de diyar kir ku di meha Çile de 100 rojnameger hatin darizandin û 5 rojnameger jî hatin cezakirin.

ÎRA, da zanîn ku her meh bi rêk û pêk der barê binpêkirina mafên rojnanemegeran de rapor amade dikin û li gorî daneyên bi dest xistine, tê dîtin ku îktîdara AKP'ê li ser çapemeniyê polîtîkayên tundî û hilandinê xistiye meriyetê.

ÎRA, anî ziman ku AKP bi rêk û pêk çewisandina li ser çapemeniyê zêdetir dike û wiha got: "Rojnamegerên ku saziyên wan hatin girtin û ji kar hatin avêtin, niha her çend bi derfetên xwe hewl bidin karê xwe bikin jî dîsa rastî gelek astengiyên darazî û fîzîkî tên. Rojnamegerên ku hewl didin rastiyan bi civakê re parve bikin, tên destgîrkirin û der barê wan de doz tên vekerin. Gelek tên destgîrkirin û piştre bi şertên kontrola edlî tên berdan. Rojnamegerên ku dixwazin rastiyan bi raya giştî re parve bikin di bin şertên gelek dijwar de karê xwe dikin. Em Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) diyar dikin ku ji bo rêvebirina demokratîk pêş bikeve pêwist e ku çapemenî di nava şertên azad û demokratîk de karê xwe bikin. Ji bo vê yekê jî em dixwazin zext û ceza bi dawî bibin û rojnamegerên girtî bên berdan."

Rapora meha Çile ya ÎRA wiha ye:

169 rojnameger girtî ne.

 2 rojnameger hatine destgîrkirin.

Rojnamegerek hatiye girtin.

Li 4 rojnamegeran doz hat vekirin.

100 rojnameger hatin darizandin.

5 rojnameger hatin cezakirin. (Li 4 rojnamegeran 20 sal û 9 meh cezayê hepsê li wan birîn. Li rojnamegerekî 8 hezar û 660 TL cezayê pereyan û 1 sal û 1 meh û 15 roj ceza birin)

Rêveberiya Girtîgehê Pirtûka Mûsa Anter a Vakayiname neda girtiyan.

3 rojnameger hatin berdan.

Rojnamegerek hat dersînorkirin."