Greva birçîbûnê ya li Rûsyayê bi koma nû didome

Greva birçîbûnê ya ji bo protesto kirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Rûsyayê ji aliyê komeke nû ve hate dewr girtin.

Greva birçîbûnê ya ji bo protesto kirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Rûsyayê ji aliyê komeke nû ve hate dewr girtin. Greva birçîbûnê ji aliyê koma ji Platînovkeye ve hate dewr girtin.

‘DIVÊ HÊ BÊHTIR EM DENGÊ XWE RAGIHÎNIN’

Greva birçîbûnê ya ji aliyê Meclisa Gel a Platînovkê ve hate destpê kirin û 15 Kurdistanî beşdar bûn. Çalakî li Navenda Çanda Kurd destpê kir û ji rêveberên Meclîsa Gel a Platînovkê Îdrîs Mûstafeyev axivî û got; “Gelê Kurd di her şert û mercan de xwedî li Rêbertiya xwe derketiye. Rewşa tendurisityê ya hevalên me yên li Ewropa û Hewlêrê di grevê de ne giran e. Em jî greva birçîbûnê ya li tevayî Rûsyayê destpê kirî li Platînovkeyê piştgirî dikin. Em bang li Rûsya û hêzên navnetewî dikin ku berî demekê bikevin nava tevgerê. Em daxwaz dikin ku guh bidin vê têkoşîna mafdar a gelê me.”

Pitrre ji çalakgeran Mîxo Alîyev, Rîhana Ûsîf û SîlÎman Şaboyev jî axivîn û politîkayên qirêj en dewleta Tirk şermezar kirin.